43 hezar şagirtên Kobanê bawernameyên xwe wergirtin 2022-05-31 14:22:05     NAVENDA NÛÇEYAN - Desteya Perwerdeyê ya Herêma Firatê îro bawernameyên şagirtên asta seretayî yên dibistanên Kobanê belav kir.   Desteya Perwerdeyê ya Herêma Firatê îro bawernameyên 43 hezar şagirtên asta seretayî yên dibistanên Kobanê li wan belav kir. Desteyê diyarî jî belav kirin, da ku şagirtan teşwîqî xwendinê bike.   Hêjayî bibîrxistinê ye ku li kantona Kobanê 56 hezar û 268 şagirtên asta seretayî hene û li 468 dibistanan perwerdeyê dibînin.