'Bila ji cenazeyan re rêz bê girtin' 2022-05-31 14:04:40   WAN - Derbarê êrişên li hemberî cenazeyan û nedayîna wesayîtên cenazeyan de, HDP li Wanê daxuyaniyek da û got: "Bila ji cenazeyan re rêz bê girtin û rê bê dayîn ku malbat şînên xwe deynin û vecîbeyên olî bi cih bînin."   Derbarê êrişên li dijî cenazeyan û nedayîna wesayîtên cenazeyan de, Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Wanê Handan Karakoyûn û Fîkret Dogan, li avahiya Bajar a HDP'ê ya Wanê daxuyanî dan. Fîkret Dogan daxuyanî da.    Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Baweriya wî çi dibe bila bibe divê her mirov li bawerî û kevneşopiya xwe bê veşartin. Di nav salekê de ji bo girtiyên ku li girtîgehên Wanê jiyana xwe ji dest dan wesayîtên cenaze nehatin dayîn. Meleyên diyanetê ku mûçeyê wan bi bacên me tê razandin cenazeyan naşon. Vecîbeyên olî û danîna şînan tê astengkirin. Destûr nayê dayîn ku malbat li hewşên malên xwe jî şînê deynin. Ji bo vê gef li malbatan dixwin.   Mirî li pişt panzêran ve hatin girêdan û bi erdê ve hatin kaşkirin. Îşkence li wan hat kirin, goristan hatin texrîbkirin. Em dizanin ku sedema van pêkanînan neçareserbûna Pirsgirêka kurd û berdewamkirina polîtîkayên şer in. Em dibin şahid ku israra şer û nêzikbûna faşîst a nîjadperest rastiya rêzgirtina mirî ji holê rakiriye. Divê terka vê polîtîkayê bê kirin. Ji bo ku sekinandina mirina ciwanên pêşeroja me û pêkanîna aştiya civakî divê ji cenazeyên miriyan rêz bê girtin, rê bê dayîn ku malbat şînên xwe deynin û vecîbeyên olî bi cih bînin."