Xizmên girtiyan: Em edaletê dixwazin 2022-05-31 13:31:24     AMED - Xizmên girtiyan ji bo girtiyên înfaza wan hatin şewitandin û yên nexweş in bên berdan dest bi "Nobeda Edaletê" kiribûn. Xizmên girtiyan di nobedê de bang li Serokkomar û Wezîrê Dadê kirin û daxwaza edaletê kirin.    Xizmên girtiyan ji bo girtiyên înfaza wan hatin şewitandin û yên nexweş in bên berdan li Amedê dest bi "Nobeda Edaletê" kiribûn. Xizmên girtiyan çalakiya xwe li ber Girtîgeha Tîpa D a Amedê dewam kirin. Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Komleya Piştevaniya bi Malbatên Hukumxwar û Girtî (TUAY-DER), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û MEBYA-DER beşdarî çalakiyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta "Ji bo girtiyên nexweş azadî" hat vekirin.    'Em edaletê dixwazin'   Xizma girtiyên nexweş Reşahat Ada, xwest girtiyên nexweş demildest bên berdan û wiha got:"Wezîrê Dadê dizane va ye em heft meh in li vir nobedê digirin. Çima tiştekî nake? Em dixwazin zarokên me bên tedawîkirin. Em dixwazin zexta li ser wan rabe. Em yekîtiyê dixwazin. Bila her kes destên xwe dayne ser wijdanê xwe. Ger zarokên me tedawî nakin bila berdin em tedawî bikin."   Daxuyanî bi dirûşmên "Heq hiqûq edalet","Bijî berxwedana zindanan" bi dawî bû.