Malbata Şenyaşar: Daraza serbixwe û bêalî li ku ye? 2022-05-31 12:51:54     RIHA - Nobeda Edaletê ya Emîne û Ferît Şenyaşar li ber edliyeya Rihayê dest pê kiribûn didome.    Çalakiya Nobeta Edaletê ku malbata Şenyaşar li pêş Edliyeya Rihayê daye destpêkirin di roja 449’emîn de berdewam dike. Malbata ku di saetên serê sibehê de ji mala xwe ya li navçeya Pirsûsê hatin pêş Edliyeya Rihayê li qada ku weke “Qunca edaletê ya malbata Şenyaşar” dest bi nobeta xwe kir.    Ferît Şenyaşar ê li vir axivî, bi bîr xist ku salek û nîv e nobeta edaletê digirin û wiha got: “Beriya 4 salan em rastî komkujiyekê hatin, biryara veşartî ya li ser dosyayê hêj berdewam dike. Ev biryara veşartî tenê ji bo me veşartî ye.” Ferît, bi lêv kir ku welatî û çapemenî ji holê rakirina qeydên komkujiya li nexweşxaneyê pêk hat agahdar in û wiha got: “Em di qunciknivîsan de dixwînin ku komkujiya li nexweşxaneyê çawa di bin kontrola parlamenter de pêk hatiye. Em di medyayê de jî dişopînin lê dema em dixwazin bi parêzer re biaxivin daxwazên me yên hiqûqî tên redkirin. Têkildarî dozê bi me re tu tişt nayê parvekirin. Parlamenterê partiya desthilatê ku komkujî pêk anîye xwe li pişt parlamenter veşartiye. Ji ber vê yekê dozger peywira xwe bi cih neanî. Zilm berdewam dike. Kesên ku ev komkujiyê pêk anîne wê rojekê bên darizandin.”    Malbatê li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal jî ev peyam parve kir: “Biryara veşartinê ya li ser dosyaya me ku rayagiştî xwedî lê derketiye 4 sal in didome. Li gorî xebatkarên tenduristiyê parlamenter ji xizmên xwe re gotiye ‘Wê kes ji nexweşxaneyê zindî dernekeve’. Daraza serbixwe û bêalî li ku ye?”