Li dijî birîna cezayê li Çîçek Kobanê daxuyanî hat dayin 2022-05-31 12:06:05     KOBANÊ - Girêdayî cezayê girtîgehê yê li Çîçek Kobanê hat birîn, Meclîsa Edaletê û Rêxistina Kongereya Star a Herêma Firatê bi  daxûyaniyekê ev rewş şermezar kirin.   Di 9'ê Cotmeha sala 2019'an de komên girêdayî dewleta tirk êrîşî bajarên Serêkaniyê û Girê Spî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê-Rojava kirin. Di êrîşan de gelek kiryarên dermirovî hatin kirin. Ji jinên wê pêvajoyê yê çeperên berxwedanê bernedan û axa xwe parastin Dozgîn Temo (Çîçek Kobanê) li gundê Mişrefa girêdayî Eyn Îsa birîndar hat girtin. Bi hewldanên malbatê hat zanîn ku Çîçek birine Tirkiyeyê û li girtîgeha Rihayê dimîne. Du roj berê li Dadgeha Rihayê doza Çîçekê hat dîtin û bi idiaya "Xirakirina yekîtiya welat û yekîtiya dewletê" cezayê heta hetayê û ji "kuştina kesan" 10 sal û 10 meh ceza lê hat birîn.    Girêdayî cezayê girtîgehê yê li Çîçek Kobanê hat birîn, Meclîsa Edaletê û Rêxistina Kongereya Star a Herêma Firatê bi  daxûyaniyekê ev rewş şermezar kirin.   Di daxuyaniya Meclîsa Edaletê û Kongereya Star a Herêma Firatê de, alên Kongreya Star hatin hildan. Her wiha bi dehan ji endamên Kongereya Star û Meclîsa Edaletê tevlî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî li Qada Jina Azad, bi zimanê Kurdî ji aliyê endama Kongereya Star Medlên Xidir  ve hat xwendin. Bi zimanên Erebî jî ji aliyê Merwa Ehmed ve hat xwendin.    Daxûyanî wiha ye:   "Bi binpêkirina qanûnên navneteweyî, dadweriya tirk cezayê heta hetayê ji bo kesên doza xwe diparêzin tên birîn. Çîçek Kobanê ji ber parastina axa xwe kir ceza lê hat birîn. Ev binpêkirina zagonan e. Em wekî Meclîsa Edaletê û Rêxistina Kongereya Star a Herêma Firatê vê biryarê şermezar dikin û bang li dewletên navneteweyî dikin ku rolekê di rakirina cezayê Çîçek Kobanê de bilîzin."   Daxuyanî bi dirûşmên "Bijî Çîçek Kobanê" û "Bijî jina azad" bi dawî bû.