Meclisa Jinan a HDP'ê ji heyeta Kobanê re name şand 2022-05-30 16:46:15     STENBOL - Meclisa Jinan a HDP'ê ya Stenbolê ji heyeta dadgehê ya têkildarî Doza Kobanê re name şand û diyar kir ku divê hevalên wan bên berdan.   Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê, ji bo dawî li bêhiqûqiyên di pêvajoya darizandinê de were kirin, ji heyeta dadgehê ya doza Kobanê re name şand. Jin li ber postexaneya Kadikoyê kom bûn, endamên Meclîsa Jinan a HDP'ê, Seroka HDP'ê ya Stenbolê Îlknur Bîrol, endamên SYKP'ê û Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) jî di nav de bi rêya postê name şandin. Di rûniştina dozê de cara ewil e ji dadgehê re name hat şandin.   'Divê îdianame bê redkirin'   Jinan beriya name bişînin xwestin li ber postexaneyê daxuyaniyekê bidin çapemeniyê. Polîsên ku jin dorpêç kirin, hewl dan daxuyaniyê asteng bikin. Tevî astengiya polîsan jî jinan li vir daxuyaniyek kurt dan. Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê Îlknûr Bîrol di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku jinên hewl tê dayîn di doza Kobanê de bên darizandin, li hundir û derve têkoşîna azadiya jinê didomînin. Îlknur wiha berdewam kir, “Ev doz komployeke siyasî ye. Di senaryoya ku ji aliyê hikûmetê ve hatiye amadekirin, daraz weke amûr hatiye bikaranîn. Divê heyeta dadgehê îdianameyê red bike û hevalên me serbest berde."   'Jinên ku hûn difikirin ku hûn difikrin darizînin siyasetmedar in'   Piştî daxuyaniyê jinan ji heyeta Dadgeha Cezayê Giran a 22'emîn a Enqereyê re name şandin. Di nameyê de ev tişt hatin gotin:“Bi darizandina li dadgeha we re, hewl tê dayîn Hevserokên berê yên HDP’ê, wekîl, endamên desteya rêveberiya navendî, endamên meclîsa partiyê û yên ku siyaseta demokratîk dimeşînin bên bêdengkirin. Di vê doza ku di raya giştî de weke doza Kobanê tê naskirin, gelek jinên siyasetmedar tên darizandin. Kesên ku hemû qonaxên ku ji destpêka wê ve tê re derbas bûne bi baldarî şopandine, ji nêz ve dîtine ku ev doz dozeke komployê ye, ku weke dozeke siyasî hatiye plankirin. Ev doz ne dozeke hiqûqî, û bi dayîna talîmatên ji aliyê dadweriyê ve hatiye domandin. hikûmetê ev doz kiriye amûrek e ji bo tasfiyekirina dijberên siyasî yên hikûmetê bi rêya darazê û lîstikek e ku rewatiya wê ji zû ve ji holê rabûye ye. Jinên ku hûn difikirin darizînin, siyasetmedar in, parêzvanên mafên jinan û ew jin in ku dizanin li hember neheqiyê di rêya xwe de bimeşin. Jin di daxwazên xwe yên demokrasî û azadiyê de gavekê jî paşve navêjin û beriya her tiştî xwedî xwedî maf in.   Em li cem hevalên xwe ne   Ev doza ku her qonaxeke wê di çarçoveya plana hikûmetê de tê meşandin, ne rewa ye. Hewaya mij a ku hatiye afirandin nikare jin û rêhevalên wan ên bi mehan di girtîgehê de ne bitirsîne. Ev doz tenê dê bibe sedema lawazbûna darazê di civakê de, dûrxistina darazê.    Em rêhevalên jinên ku dewlet bi rêya dadgeha we dixwaze wan bêdeng bike. Mîna hevalên me yên li girtîgehê. Em li cem hevalên xwe ne û ji bo welatekî ku jin azad bijîn em ê têkoşîna xwe bidomînin."