Li Girtîgeha Jinan a Amedê tatbîqata êrişê! 2022-05-30 15:00:46     AMED - Girtiyên ku bi telefonê bi malbatên xwe re axivîn da zanîn ku li Girtîgeha Jinan a Amedê ji hêla gardiyanan ve tatbîqata êrişê tê kirin.    Hat diyarkirin ku li Girtîgeha Jinan a Amedê ku bi binpêkirinên mafan tê rojevê tatbîqata êrişê kirine. Girtiyan, bi telefonê bi malbatên xwe re axivîn û ragihandin ku di rojên dawîn de bi tevlîbûna 15 gardiyanan tatbîqata êrişê tê kirin.    Li gorî agahiyên ku girtiyan ji malbatên xwe re ragihandiye, 4 gardiyan ketine rengê girtiyên siyasî û dûrişmeyên mîna "Zext nikarin me têk bibin" berz kirine û gardiyanên din jî êrişî wan kirine.    Girtiyan, ji malbatên xwe re gotine ku bi tatbîqatê amadekariya hin tiştan tê kirin. Her wiha girtiyan, ji malbatên xwe re ragihandine ku qameryan li qawişan bi cih kirine û pêkanîna lêgerîna tazî didome û aktîvîteyên civakî tên qedexekirin.