Husniye Ocak: Tu kes nikare pêşî li hêrsa dayikekê bigire 2022-05-29 09:20:22   Melîke Aydin   ÎZMÎR - Xwişka Hasan Ocak, Husniye Ocak da zanîn ku windahî îro bi cenazeyên ji girtîgehan dertên didome û wiha vegot: “Divê hinek ji vê dewletê re bêjin êdî bes e. Em dixwazin winda bên ditin gumanbar bên darizandin. Divê tecawizkar û kujer bên darizandin. Tu kes nikare pêşî li hêrsa dayikan bigirin.”    21 û 27’ê Gulanê wek ‘Hefteya Têkşîna li Dijî Windahiyên Binçavan ya Navneteweyî’ bi nav dike. Di hefteya windayan de çalakî û bernameyên cuda pêk tên û aqûbeta kesên bi awayekî kiryar nediyar hatin windakirin tê pirsîn û dixwazin gumanbar bên darizandin. Yek ji kesên ji aliyê dewletê ve hat windakirin Hasan Ocak bû.   Hasan Ocak di 21’ê adara 1995’an de hat binçavkirin û bi îşkencê hat windakirin û cenaza wî di 15’ê gulana 1195’an de li Goristana Bêkesan hat dîtin. Cenaze di 26’ê adara 1995’an de li Nêzî Gundê Dedeler a Buzhane ya Beykozê ji aliyê gundiyan ve hat dîtin û Dozgeriya Komarê ya Beykozê şopa tilî jê girt, wêne kişand û şand Midûriyeta Emniyet a Senbolê û navçeyên wê. Tevî vê nasname nehat tespîtkirin û di 15’ê gulana 1995’an de ji qeydên ATK’ê malbatê 58 roj şûnde cenaze dît. Dayika Hasan, Emîne Ocak serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa (DMME) da û Tirkiye di mijara ku lêpirsînek bi bandor nemeşandiye de di Tîrmeha 2004’an de mahkum kir.   Xwişka Hasan Ocak, Hunsiye Ocak yek ji çalakerên yekem yên Qada Galatasarayê ye birayê xwe û têkoşîna wî vegot. Husniyeyê da zanîn ku pêvajoya di binçavan de windakirin îro bi cenazeyên ji girtîgehan tên didome û ev tişt vegot: “Divê hinek ji vê dewletê re bêjin bes e. Divê gumanbar bêdarizandin. Divê kujer û tecawizkar bên darizandin.”   Ji Dêrsîmê koç kirin   Husniyeyê da zanîn ku Hasan zarokekî gelek paqij û şoreşger bûye û çîroka koçberbûnê wiha vegot: “Em li gundê Çukur yê Dêrsîmê mezin bûn. Gelek axa me hebû. Bavê min di bendavan de carnan jî diçû Stenbolê dixebitî. Bav û apê min li Bahçelîevler a Elezîzê xanî çêkir me bar kir wir. Her kesî dibistan qezenc kir û çûn cihekî. Xwişk û birayê min jî qezenc kirin û em jî çûn Avcilar a Stenbolê Demek dirêj Hasan li wir jiya.”   Di têkoşîna şoreşger de bû   Husniyeyê bi lêv kir ku piştî Hasan zanîngeh qedandiye bûye mamoste û tayînê herêmê hatiye kirin û ev tişt bi lêv kir: “Bavê min nehişt ew biçe herêmê. Her roj mamoste dihatin kuştin. Kiryarên wan ne diyar bûn. Wê demê li taxa Gazî di ocaxek çayê de dixebitî. Tayîna wî hat lê ji ber hat girtin mamostetî nekir. Di têkoşînê de bû.”   Roja Newrozê hat binçavkirin   Husniye, destnîşan kir ku rojek beriya Hasan bê windakirin bûyerên Gazî hatin jiyîn, gelek kes hatin binçavkirin û wiha dirêjî dayê: “Birayê min jî hat binçavkirin lê me rojek din hîn kir. Em lêgeriyan. Du mehan ez bi zarokên xwe re eleqeder nebûm. Em li nexweşxane û qerekolan geriyan. Lê qebûl nedikirin. Me dizanibû hatiye binçavkirin. Ji ber wê rojê Newroz bû. Ji cihê kar derdikeve û diçe Emînonu li wir tê binçavkirin. Ligel şareseriyê çalakiya Newrozê hebû. Li emniyetê kesekî din jî hebû. Dîtiye Hasan birine wir. Ji qerekola Emînonu dibin kolana Vaatê. Li wir îşkenca mezin lê kirine. Heta li ser cenazê jî şopa îşkencê hat dîtin. Lê tu car ev qebûl nekirin. Me bi ÎHD’ê re daxuyaniyek hevpar da. Di daxuyaniyê de dayika min û gelek kes hatin binçavkirin. Dayika min gelek êş kişand. Li ber Walîtiyê polîsan bi çop li dayika min xistin. Bi cop li pişta min jî xistin. Xizmên windayan li qadan têkoşîn meşandin bi midûriyetên emniyetê, wezîrên karê hundir û parlamenteran re hatin gel hev. Di daxuyaniya li ber ÎHD’a Enqereyê de ez, dayika min, dayikên windayên din Bîrsel Gulunay û Sultan Seçîk hatin binçavkirin. Çavên me girêdan. Dayika min got ‘Te çavê Hasanê min jî girt were yê min jî bigire.’ Polîs li ser vê çavê wê vekir. Wê rojê dayika min nehişt polîst dest bidin wê. Polîs bi saetan hewl da lê dayika min bi xwe cilên xwe derxist.”   15 roj cezayê girtîgehê   Husniyeyê, da zanîn ku di doza serokê giştî yê ÎHD’ê Akin Birdal de dayika wê got "Ez Hasanê xwe dixwazim, tu dozgerî kurê min bibine" û wiha bi lêv kir: “ Li Bîrsen Gulunay jî ji ber ku got ew hevjînê xwe dixwaze 3 roj ceza hat birîn. Her du jî 15 rojan girtî man. Lêgerîna me didomiya. Telefonek hat ji birayê min Huseyîn re.Qerekol bû û gotin kesek hatiye dîtin. Lê ne Hasan bû. Em çûn ATK’ê. Me şopek bidest nexist. Cenaza Hasan li daristana Beykoz tê dîtin û dibin ATK’ê. Em berê jî gelek caran çibûn ATK’ê .Wêne nîşan didan lê ne Hasan bû. Herî dawî me li goristana bêkesan dît. Dema Hasan hat dîtin me wêneyên Ridvan Karakoç jî dît. Bi Hasan re heman rojê hatibû çalkirin. Ji ber me wêneyê Ayşenur Şîmşekî digeran ew jî hat dît. Me sê windayên xwe dîtin.”   Çalakiyên Şemiyê   Husniyeyê destnîşan kir ku piştî vê bi parêzvanên maf re li Galatasarayê çalakiya runiştinê pêk anîne û wiha daxuyand: “Em 10-15 kesan dest pê kir. Çawa bû rojev ji Riha û Sêrtê malbat hatin. Em bûn hezaran. Zextên dewletê zêde bûn. Di her çalakiyê de binçavkirin hebûn. Malbatan êşên mezin kişandin. Di 2008’an de me xwest em tevli doza Ergenekonê bibin. Ji ber got yên ji dozê tên darizandin berpirsê windayane. Lê nehat qebûlkirin. Velî Kuçuk, Mehmet Agar, Bayram Kartal ji ber windayan, îşkence û tecawizan berpirsên. Ne me tenê hemû cîhanê ev dizanibû. Yên ku Hasan qetilkirin Bayram Kartal û  ekîba xwe bû. Gelek hevalên me îşkence û binçavkirinê vedibêjin. Darazê cezayên wek xelat dan wan. Di girtîgehê de jî neman. Divê serokomarê demî Suleyman Demîrel û serokwezîr Tansu Çîler jî bihata darizandin.”   ‘Cenazeyên girtiyan jî qetilkirine’   Husniyeyê diyar kir ku çalakiya wan gihiştiye serkeftinê û di berdewamiyê de wiha vegot: “Em piştgiriyê didin çalakiya Nobeta Edeletê ya malbatên girtiyan jî. Tu kes nikare pêşî li hêrsa dayikan bigire. Ancax dayik dikarin vê pirsgirêkê çareser bikin. Karê dayikan zehmete. Edelet tune. Girtiyên nexweş nayên berdan. Girtiyên 30-40 sale girtîne hene. Ev jî qetilkirine. Kevneşopiya qetilkirinê li girtîgehan didome. Cenazeyên ji girtîgehan tên jî berdewama pêvajoya windakirinan e. Ez tu car xwazim ji meha adarê heta 31’ê gulanê mehên biharê bijîm. Min di biharê de gelek kes winda kirin. Divê dewlet ji vê re bêje êdî bes e. Divê winda bên dîtin kujer bên darizandin, tecawizkar û kujer bên darizandin, cezakirin.”