Tevî îşkenceyan di 'Nobeta Edeletê' de bi israr in 2022-05-29 09:04:06     Rozerîn Gultekîn   STENBOL - Songul Îlker ya di êrişa polîsan a li hember "Nobeta Edeletê" de hat binçavkirin diyar kir ku îşkence û heqeretan di wesayîtê de, li nexweşxane û qerekolê berdewam kiriye. Songulê got ew di têkoşîna xwe de bi biryar in, wê derbarê êrişa polîsan de serlêdana sûc bikin.   Çalakiya "Nobeta Edeletê" yên ji bo girtiyên nexweş didomin. Vê hefteyê çalakî li ber Edliyeya Stenbolê ya Çaglayanê berdewam kir û dayik bi îşkencê hatin binçavkirin. Dayika girtiyê bi navê Yakup Akman yê li girtîgeha Tîpa F a Hemar 3 a Sîlîvriyê dimîne Fînce Akman, xwişka girtiyê bi navê Erdan Ozel yê li girtîgeha Tîpa F ya Hejmar 2 a Tekîrdagê di hucreyê de dimîne, Kumrî Akgul, dayika Aştiyê Zeynep Calihan û dayika girtiyê bi navê Ekîm Can Polat yê li girtîgeha Tîpa T ya Denîzliyê girtî, Songul Îlker bi Îşkencê hatibûn binçavkirin û heta derengiya şevê di bin çavan de man.   Dayika girtiyê bi navê Ekîm Can Polat yê li girtîgeha Tîpa T ya Denîzliyê girtî, Songul Îlker îşkenca di bin çavan de lê hatibûn kirin vegotin û diyar kir ku ji ber dewlet teşhîr kirine hedef hatine girtin.   Îşkence hat kirin, heqeret kirin   Songulê destnîşan kir ku beriya "Nobeta Edaletê" li ber edliyeyê rûniştine û polîs hatine cem wan gotine hûn nikarin daxuyaniyê bidin û nasname jê xwestine û got: “Me got em nasnameyê nadin. Êrişê dayika Fînce kirin. Em bi zor û îşkencê binçav kirin. Me lêdan xwar. Di wesayîtê de serê min xistin. Heta nexweşxanê îşkence, heqeret û dijûn berdewam kir. Gotin ‘ji vir biçin’. Gotin welat terk bikin. Polîsan dîsa êrişê dayika Fînce kirin. Dayika Fînce jî bersiva wan da. Komîser ez tehdîd kirim.”   Polîsan raporên nexweşxanê neda   Songulê, da zanîn ku wan birine Nexweşxaneya Şîşlî Etfal ê û axaftina xwe wiha domand: “Em çûn nexweşxanê me rewşa girtiyên nexweş ji welatiyên wir re vegot û me got em dayikên girtiyên nexweş in. Em birin nexweşxana Şîşlî Etfal. Doktor em derman kirin û piştre jî rapor dan ne. Doktorekî baş bû. Piştî dermankirinê xwestin min bin kontrolê de bigirin. Lê polîsan îtîraz kir. Rapora nexweşxanê nedan me yekî. Ez ji dayika veqetandim. Dayikan nexwestin  min bihêlin. Dîsa îşkence kirin.”   Bêyî parêzer xwestin girtekê bidin Îmzekirin   Songulê di berdewamiyê de tiştên hatibû jiyîn wiha bi lêv kir: “Li qerekolê bi israr girteka ku amade kiribûn bi me didan îmzekirin. Me got heta parêzer neyên em naxivin. Xwestin serê îşkencê jî bigirin. Di îfadeyê de me îşkence anî ziman lê gotin nanivîsinin. Me got hevalên we îşkence kirine. Parêzeran gotin divê îfade bikeve girtekê. Pişte min çi got wan nivisî. Min got ez ê gilî bikim. Piştî îfadê em birin Nexweşxana Okmeydani lê bi hevkariya doktor û polîs rapor nehat dayîn.”   ‘Em ê serlêdana sûc bikin’   Songulê di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku wê der barê polîsên ku îşkence li wan kirine de wê serlêdana sûc bikin û wiha dawî lê anî: “Tiştên ku hatin kirin wê bê hesab nemîne. Îşkenca me dît ligel ya ku zarokên me dibînin tu ne tişteke. Tiştên girtî dijîn em nabînin. Ji ber vê divê em hîn bêtir têbikoşin. Di hefteya pêş de ez ê dîsa di Nobeta Edeletê de cih bigiri. Ez wek dayikekê divê li wir bim. Em di Nobeta Edeletê de bi biryarin.”