ROJEVA 29'Ê GULANA 2022'YAN 2022-05-29 09:00:00     *Hatûn Bûrak a ku li gundikê Sîneklî Meydanî yê girêdayî navçeya Elkê ye û bi çêkirina penîr debara xwe dike, anî ziman ku ew bi taybet penîrê bi sîrik çêdike û got ku hemû berhemên wan xwezayî ne.  BI DÎMEN   *Geliyê Xursê ku ji 12 gundan pêk tê, bi bax û baxçeyên xwe, bi sîpela xwe û xaniyên xwe yên dîrokî re her sal gelek geştiyaran dikşîne gel xwe. BI DÎMEN   *Saziyên çapemeniyê yên wekê K24 û Rudaw di bin navê nûçegîhaniyê de, tiştên serwîs dike tê dîtin ku tu eleqeya wê bi nûçegîhaniya bi ahlaq û civakî tune. Di bin navê rojnamegeriyê de girankirina şer, helwesteke ji nûçegîhanî û rojnamegeriyê dûr e. MEDYA KRÎTÎK   *Xwişka Hasan Ocak, Husniye Ocak da zanîn ku windahî îro bi cenazeyên ji girtîgehan dertên didome û wiha vegot: “Divê hinek ji vê dewletê re bêjin êdî bes e. Em dixwazin winda bên ditin gumanbar bên darizandin. Divê tecawizkar û kujer bên darizandin. Tu kes nikare pêşî li hêrsa dayikan bigirin.” BI DÎMEN    *Berxwedana Gezî ya li dijî talana ekolojîk û zextan dest pê kir û bi qezencê encam bû, 9 sal di ser de derbas bû. Endama Lijneya Rêveberiya Odeya Planaziya Bajar a TMMOB’ê Pelîn Pinar Gîrîtlîoglu da zanîn ku berxwedana Gezî bi formên cuda tê meşandin. BI DÎMEN    *Songul Îlker ya di êrişa polîsan a li hember "Nobeta Edeletê" de hat binçavkirin diyar kir ku îşkence û heqeretan di wesayîtê de, li nexweşxane û qerekolê berdewam kiriye. Songulê got ew di têkoşîna xwe de bi biryar in, wê derbarê êrişa polîsan de serlêdana sûc bikin. BI DÎMEN