Aysel Tugluk nikare nameyên ku jê re hatine şandin bixwîne 2022-05-28 16:22:13     STENBOL - Parlamentera HDP'ê Fatma Kurtulan çû serdana serdana Aysel Tugluk û diyar kir ku hevalên wê nameyên ku Ayselê re tên dixwînin.    Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrsînê Fatma Kurtulan, siyasetmedara kurd Aysel Tugluk a li Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê girtî ye, ziyaret kir.   Fatmayê ku piştî serdanê li ser hesabê xwe yê Twîtterê daxuyanî da û wiha got: "Xwişkên Aysel Tûglûk, rêheval, jinên delal, îro em çûn serdana Ayselê. Gelek name jê re hatibûn. Lê belê hevalên wê yên koguşê nameyan jê re dixwînn."