Li Amedê li aqûbeta Hasan û Ridvan hatin pirsîn 2022-05-28 13:39:12     AMED/ÊLIH - Xizmên Windayan û ÎHD’a Amedê li kujerên Hasan Ocak û Ridvan Karakol pirsîn. Li Êlihê jî daxwaza dîtina windayan û darizandina kujeran hat kirin.    Reveberên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê û Xizmên Windayan ji bo li aqûbata windayan û kujeran bipirsin di hefteya 694' emîn de çalakiya “Bila winda werin dîtin kujer werin darizandin” li ber Peykerê Mafê Jiyanê ya Parka Koşûyolû ya Rêzana Amedê li pêk anî. Endam û rêveberên (DBP), Hevserokên HDP’a Amedê, endam û rêveberin Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Kesên li Dergûşa Şaristaniyê Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER), Komeleya Lêkolînê Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de weneyên windayan hatin hildan.   Vê hefteyê bi boneya “Hefteya Windayan” qetilkikirina Hasan Ocak û Ridvan Karakoç hat bibîrxistin û li kujerên wan hat pirsîn.     Serokê ÎHD’a Amedê Abdullah Zeytûn ewilî di çalakiyê de axivî û diyar kir ku ji bo darizandina kujerên windayan bênavber têkoşîna edaletê didin û dê bi israr û biryar çalakiya xwe bidomînin. Abdullah bal kişand ser qedexekirina zimanê çalakî û şahiyên zimanê kurdî, konser û şanoyên bi kurdî û wiha got: “Ev qedexe û astengî polîtîkaya dewletê ya li hemberî kurdan e. Em ê li hember vê polîtîkaya qedexekar û bêhiqûqî bêdeng nemînin û em ê her daîm têbikoşin.”    Piştî axaftina Abdullah, rêvebera ÎHD’a Amedê Derya Yildirim serpihatiya Hasan Ocak ê di 21’ê Adara 1995’an de ku xwedî nasnameya sosyalîst bû di binçavan de hat qetilkirin û Ridvan Karakoç ê xebatên siyasî û çandî dikir li Stenbolê di binçavan de hat kuştin vegot. Derya anî ziman ku Hasan Ocak û Ridvan Karakoç di encama îşkenceyê de hatine qetilkirin û cenazeyên wan li goristana bêkesan a Stenbolê hatiye dîtin.   Deryabi bîr xist ku heta niha derbarê kujeran de lêpirsînek nehatiye destpêkirin û xwest kujer werin dîtin û darizandin. Derya got nedîtina kujeran encama polîtîkaya bêceza hiştinê ye.    Piştî axaftinan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.    Êlih   Xizmên Windayan û rêveberên ÎHD'a Êlihê jî di hefteya 531'emîn de li ber Peykerê Mafê Mirovan ku li serê Cadeya Gulistanê ye civiyan û li aqûbeta windayan pirsîn.   Gelek kes tev li bûn û wêneyên windayan hatin hildan. Hevserokê ÎHD'a Êlihê Devran Yildiz di çalakiyê de axivî û destnîşan kir ku tevî astengî û qedexeyan jî çalakiyên wan ên têkoşîna edaletê berdewam dike.    Devran di axaftina xwe de daxwazên xizmên windayan ên ku bi salane dikin rêz kir û got divê tavilê daxwazên malbatan werin qebûlkirin û winda bên dîtin û kujer bên darizandin.