Piştî 4 salan kurdî li KADES'ê tê zêdekirin! 2022-05-27 13:14:39   ENQERE - Piştî qetilkirina Fatma Altinmakas a ku ji ber bi kurdî îfade da îfadeya wê neket girtekan û piştre hat qetilkirin 2 sal şûnde KADES'ê diyar kir ku ew ê tevî zimanê Kurdî 5 zimanên din jî li KADES'ê bên zêdekirin.    Mudura Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê û Nava Malbatê ya Wezareta Avahiya Asayişê Bijîşk Sibel Ozdemir, li civîna agahdarkirina çapemeniyê ya Navenda Şopandinê ya Kelepçe Elektronîk idia kir ku dê tevî zimanê Kurdî 5 zimanên din jî li Pêkanîna Piştevaniya Lezgîn a jinê (KADES) ya di 2018'an de ket meriyê bên zêdekirin.    'Wê bi 11 zimanan xizmetê bike'   Sibelê diyar kir ku heta niha 400 hezar jina îxbar kirine û di 5 deqeyan de mudaxaleyî îxbatan tê kirin. Sibelê bi lêv kir ku ji bo sepandina KADES'ê bigihêje ber destên gelek kesî bi zimanên cuda tercumantî tê kirin. Heta niha bi zimanên Îngilizî, Tirkî, Fransizî, Rûsî, Erebî, Farisî xizmet dihat dayin. Niha em derxin 11'an. Em ê zimanên Kurdî, Elmanî, Îspanyolî, Ozbekî, Kirgizî lê zêde bikin. "   Îfadeya Fatma Altinmakas nehatibû girtin   KADES a ku ji 2018'an ve ye di nava faliyetê de ye û iddia dike ku ew tundiya li dijî jinê asteng dikin 4 sal şûnde biryar da ku zimanê duyem ê ku li vî welatî herî zêde tê axaftin lê zêde bikin. Vê rewşê Fatma Altinmakas anî bîra me. Fatmaya li Gundê Qêranlîyê ya Milazgirê ya Mûşê dijiya bi tecawiza birayê mêrê pê re zewicî rû bi rû ma. Di 12'ê Tîrmeha 2020'î de hat Qereqola Cendermeya Konakkuranê û tecawizkar gilî kir. Lê belê bi hinceta tercuman tune ye ifadeya wê neket girtikê.