Dosyaya Goristana Kilyosê birin DMME'yê 2022-05-27 12:57:06   Rozerîn Gultekîn   STENBOL - Dadgeha Destûra Bingehîn, serlêdana malbat û OHD'ê ya derbarê cenazeyên ku ji Goristana Garzanê hatin derxistin û li Goristana Kilyos a Stenbolê li peyarêkê hatin definkirin, red kir. Parêzeran li ser navê malbatan dosya birin DMME'yê.    Cenazeyên 261 endamên HPG'ê, yên ku li Goristana Garzanê ya li gundê Oleka Jor a navenda Bedlîsê hatî definkirin, hatibûn derxistin, li peyarêya Goristana Kilyosa Stenbolê hatibûn definkirin. Serlêdana malbat û Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) a Stenbolê ji hêla Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) hat redkirin û parêzeran dosya birin Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME).    Malbatan beriya niha bi rêya parêzerên xwe bi hinceta “heqareta li bîranînê kirine” û “îşkence û ezyet” serî li Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê dabûn, lê dozgeriyê destûr neda lêpirsînê. Serdozgeriyê dîsa daxwaza parêzeran a "Destûr nedaye lêpirsîna derbarê karmendan" û "betalkirina kirariyan" red kir.    Li ser vê yekê malbat, bi hinceta "Mafê darizandina adil" û "Mafê rêzgirtina jiyana taybet û malbatê hatiye binpêkirin" serî li Dadgeha Destûra Bingehîn da. Her wiha parêzerên OHD'ê jî di nîsana 2021'ê de, di çarçoveya mafê darizandinê de bi hinceta "Mafê darizandina adil hatiye binpêkirin" serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dabûn. Dadgeha Destûra Bingehîn serlêdanên malbatê û parêzerên OHD'ê nirxand û her du serlêdan red kir.    Piştî biryara redkirinê,  parêzerên OHD’ê li ser navê malbatan ji ber ku rêya hiqûqa navxweyî qediyaye serî li DMME dan. Di serlêdanê de qala benda 8’emîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê hate kirin. Di benda 8’emîn de qala ‘Hurmeta ji bo jiyana taybet û malbatê’ tê kirin. Di heman demê de ji ber ku lêpirsîneke baş nehatiye kirin jî serlêdan hate kirin.