'Nobeta Edaletê' di roja 445'an de berdewam dike 2022-05-27 12:42:32   RIHA - Malbata Şenyaşar ku çalakiya wan a li pêşiya Edliyeya Rihayê didome ev peyam parve kirin: “Hêz û rûmeta li dijî bê edaletiyê yên li ber xwe didin dizanin."   Xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana sala 2018’an de li Pirsûsê êrişî dikana malbata Şenyaşar kir. Di êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin û kurê wê Ferît Şenyaşar jî bi birîndarî xelas bû. Emîne û Şenyaşar, bi mebesta darizandin û girtina kujeran, di 9’ê adara sala 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kirin. Çalakiya malbatê di roja 445’an de jî berdewam kir.    Emîne Şenyaşar nexweş bû lewma nekarî îro beşdarî nobetê bibe. Ferît Şenyaşar, li pêşiya Edliyeya Rihayê çalakiyê didomîne.    Malbatê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ev peyam parve kir: “Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 445’an de berdewam dike. Herî zêde kesên li hemberî wan bê edaletî hatiye kirin bi êşa wê dizanin.  Hêz û rûmeta li dijî bê edaletiyê yên li ber xwe didin dizanin. Nobeda me di roja 445’an de berdewam e.”