Jinên Roboskêyî: Her ku balafir derbas dibin em komkujiyê careke din dijin 2022-05-27 10:14:33   ŞIRNEX -Jinên Roboskêyî ku malên wan nêzî sînor in diyar kirin ku her cara ballafir derbas dibin ew careke din Komkujiya Roboskê ya ji aliyê Dewleta Tirk ve hate kirin dijîn û wiha gotin, "Dilê min diêşe, ew roj tê bîra min.Divê kurd li dijî êrîşên Dewleta Tirk bibin yek."       Balafirinên şer ên Dewleta Tirk di 18'ê Kanûna 2011'an de li ser sînorê di navbera Bakur û Herêma Federe ya Kurdistanê de bombebaran kiribûn û di encama vê bombebaranê de ji gundê Roboskê yê navçeya Qilebana Şirnexê ku li ser sînore 19 jê zarok 34 kes hatibûn kuştin.  Li gel ku kujerên van kesan hîna nehatine aşkera kirin vê carê jî bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) balafirnên Dewleta Tirk ku ji cihî derbas dibin û êrîşî herêmên Zap Metîna û Avaşînê yên Herêma Federe ya Kurdistanê dikin carke din komkujiyê bi bîra malbatan tînin.      'Êdî bes e '   Dayika Alî Tosun ê ku di kokujiyê de jiyana xwe ji dest dabû, Fadîle Tosun (50), anî ziman ku Barzanî bi van pêkanînan heqeretê li kurd û Kurdistanê dike û wiha axivî:" Malbatên me hinek li vî aliyê sînor û hinek jî li aliyê din ên sînor in. Gelek xizmên me pêşmergayetî kirine. Lê malbata Barzanî heqaretê li me kurdan dike. Dewleta Tirk bi hevkariya wan  Zarokên me yên li Zap û Metînayê bombebaran dike. Dar û daristanên me hemû birîne. Gelek neheqî li Kurdistanê hat kirin. Heger Neçîrvan û Mesrûr Barzanî qebûl nekiribana wisa nedibû. Em kurd in. L Tirkiye zimanê me qebûl nake,me qebûl nake. Lê Barzanî çima vê neheqiyê li me dike?  Em ku ve birevin? Dema ku balafirên şer ji vir derbasî  dibin derûniya me xera dibe. Ji ber ku li cihê êrîş dike zarokên me hene û hemû kezeba me ne. Em giriyan bila tu dayikên din negirin. Em aştiyê dixwazin û şer naxwazin. Ew tank û topên ku ji vir derbas dibin wekî ku ji dilê me derbas dibin dibînin. Em edeletê dixwazin ew şer dixwazin. Erdogan bira bi destê bira dide kuştin. Êdî bese."    'Dema ku balafir derbas dibin dilê me diêşe' , Dayika Selam Encu,Semîre Encu (48), jî bi lêv kir ku kengî ku balafirên şer di ser serê wan re derbasî herêmê dibin ew heman tiştî dubara dijin û got:"Ev 10 salên me derbas bûn. Lê êşa me tu carî nayê jibîrkirin. Me evqasî êş dît,bila tu dayikên din nebînin û bila ev xwîn bê sekinandin. Em naxwazin ku êdî xwîn birêje. Divê em kurd hemû piştgiriyê bidin hev. Em hemû kurd in divê em şerê hev nekin. Êşa Roboskiyê mezin bû. Heger edelet bihata Roboskiyê û komkujiya Roboskiyê Tirkiyeyê qebûl bikira ev komkujiyên din jî çênedibûn. Dema ku balafir derbas dibin dilê me diêşe.  Wkî ku di dilê me re derbas dibin em hîs dikin. Em dibêjin wê dîsa kezeba kîjan diyikê bişewite. Bila vî şerî rawestînin."    'Bila bes vê zilmê li me bikin'   Dayika Şivan Encû Hedîye Encu (45),jî bertek nîşanî şerê li dijî herêmên qadên parastina medyayê tên kirin da û anî ziman ku ew ê hevkariya Barzanî ya bi Tirkiyeyê re qebûl nekin û ev tişt got:"Em qebûl nakin ku Mesut Barzanî mil bide Tirkiyeyê. Zarokên me qedandin, Çi heqê wî li  me heye? Çawa ku tirk piştgiriya hev dikin. Divê Barzanî jî piştgiriya me bike. Em qebûl ku Mestû Barzanî aliyê Tirkiyeyê bigire. Bila bes alîkariya bide tirkan.Heke wî destûr nedaba Tirkiyeyê nedikarî biçe sînorên wî bigire. Bila bes vê zilmê li me bikin."    'Em komkujiyê ji bîer nakin   Dayika Serhat Encu Halîme Encu (65),li dijî şer banga aşitiyê kir û got:"Hemû cîhan êşa me dizane. Em vê komkujiyê ji bîr nakin. Em û mala Barzanî ji heman malbatê ne. Em ji Barzanî re dibêjin; hûn em in,em hûn in. Tu ferqa me nîne.  Em hevkujiyê naxwazin.  Em naxwazin ku navbera me de bê aramî hebe.Weke herkesî em jî aramî û aşitiyê dixwazin."    'Kesê xiyanetê bike wê li xwe bike'   Dayika Fadil Encû, Azîme Encû (38),jî daxwaz kir ku şerê navxweyî bê sekinandin û ev tişt got: "Zarokên me hatin qetilkirin,bila yêN keseke din neyên qetilkirin. Bila şer bi dawî bibe. Tişta hat serê me bila neyê serê keseke din. Ew kesê ku xiyanet bike wê li xwe bike. Dema ku li vir balafir derbas dibin, dilê me perçe perçe dibe û ew roj tê bîra me.Em kengî wan balafira dibînin komkujî tê bîra me.Divê kurd bibin yek û tifaq bin. Bila birakujiyê nekin.Zarokên me çûn,bila yê keseke din neçe."