Parêzer Rahşan: Di polîtîkayên bêcezahiştinê de israr dikin 2022-05-27 10:13:20   Şehrîban Aslan   AMED - Parêzer Rahşan Bataray, bal kişand ser Hefteya Windayan û diyar kir ku polîtîkayên bêceza hiştinê tê meşandin û kujer her tim tên parastin.    Ji sala 1995'an heta îro Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), di navbera 17-31'ê gulanê wekî "Hefteya Windayan" pêşwazî dike. Xizmên windayan di her çalakiyên xwe de li aqûbeta windayên xwe dipirsîn. Bi salan ÎHD piştevaniya xizmên windayan kir. Alîkara Hevserokên Giştî yên ÎHD'ê Rahşan Bataray derbarê mijarê de ji ajansa me re axivî.    Parêzer Rahşan, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser pêvajoya hiqûqê ya dozên windayan û got: “Demek dirêje ÎHD derbarê vê mijarê de têdikoşe. Yek ji qadên ku ÎHD'ê ji damezrandina xwe vir ve enerjiya xwe lê xerc kiriye ev qad e. Hem ji bo pêşîgirtina li van û hem jî ji bo eşkerekirin û cezakirina kiryaran bi salan e têkoşînek pir girîng dide meşandin. Stûna vê ya herî girîng jî çalakiya Dayikên Şemiyê û xizmên windayan e. Helbet ji ber ku polîtîkaya bêcezakirinê ji darazê encam negirt ev çalakî hatin destpêkirin. Çalakî hêj jî didomin û heta ku encam bê girtin wê bidomin."   Cinayetên salên 80'ê...   Rahşan wiha bal kişand ser salên 90'î: "Di salên 80’î de cînayeteke kiryar nediyar heye. Lê heta niha yek ji wan nehatine naskirin û cezakirin. Malbatan jî ji bo eşkerekirina kiryaran di van dosyayan de têkoşînek mezin dan. Dema ev têkoşîn dihat meşandin, derdor gelekî zehmet bû. Her wiha ji aliyê malbatan ve li ser parêzvanên mafên mirovan jî zexteke mezin hate kirin. Gelek heval û hevrêyên me ji ber vê sedemê yan jiyana xwe ji dest dan, yan jî ketin girtîgehê, lê têkoşîn berdewam dike."   'Gelek dosya bê encam dimînin'   Rahşan, diyar kir ku ligel delîlên şênber heyî jî tu encam heta niha nehatin girtin û wiha axivî: "Gelek dosyayên windayan ên ku der barê windakirinên salên 90'î de hene lê tu encam nehatin girtin, birin Dadgeha Mafên Mirova a Ewroyê (DMME) ye. Piraniya van dosyayên ku ji Tirkiyeyê hatibûn girtin, hatin binpêkirin. Ji ber ku pêvajoyeke bibandor nemeşandin gelek biryarên binpêkirinê hene. Lê wek gelek biryarên din, Tirkiyê ev biryar bi cih neanîn. Tenê beşê tazmînatê biryara xwe bi cih anî, lê biryara DMME ya 'lêpirsîneke bi bandor' tê meşandin. Tiştek ji bendên ku gotibû 'Kesan eşkere bikin' pêk neanîn û ceza nehatin sepandin."   'Sûcdar bereat dikin'   Rahşan, da zanîn ku niha jî binpêkirina mafan didome û sûc bêceza dimînin û wiha bi lêv kir: "Gelek kes niha ji wê hêzê digirin. Ji ber ku sûcên di salên 80 û 90’î de hatine kirin nehatine cezakirin. Mînak dema em li salên 2012 û 2013’yan dinêrin pêvajoyeke bê pevçûn hebû. Wê demê me weke ÎHD’ê gelek delîl û dosyayên ku di destê me de bûn bi dozgeriyan re parve kir û di piraniya wan de jî me nekarî encamekê bi dest bixin. Divê çend dosya jî di bin bandora wê proseyê de bin, ji ber ku derbarê dosyayên bi 20 sal derengmayîn de doz hatin vekirin. Dosya hatin vekirin, lê mixabin her ku pêvajo bi pêş ket, kiryar beraat kirin û hemû jî beraat kirin.   'Têkoşîna ÎHD'ê dê bidome'   Parêzer Rahşan, destnîşan kir ku bi zanetî polîtîkayên bêcezahiştinê tê meşandin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ger hem daraz û hem jî rayedarên din ên îdarî biryarên xwe bi awayekî pir organîze bidin, ev ne siyasetek pir asayî ye. Yanî biryar û sîyaseta dewletê her tim bi vî awayî bûye, hikûmet hatine guhertin yan na. Nêzîkatiya li pirsgirêka kurd gelekî diyarker e. Ne tenê salên 80 an jî 90’î ne, em sûcên van salên dawî hatine kirin dizanin. Wek mînak di xwepêşandanan de gelek kesên jiyana xwe ji dest dane; Em Aydin Erdem, Mahsun Karaoglan, Ugur Kaymaz û Ceylan Onkol nas dikin. Em dikarin nav û dosyayan yek bi yek bijmêrin. Dosya gelek in, lê di tu dosyayan de lêpirsînên bi bandor nehatine kirin. Di dawiyê de, ez dixwazim bibêjim; heta ku ev pirsgirêk hebin, ÎHD heye û divê em vê têkoşînê bimeşînin. Ev yek ji armancên hebûna me ye. Lingek xizmên windayan, lingek jî di warê hiqûqî de û dosyayên ji ber dema qedexeyê hatine girtin lingekî din jî pêk tîne. Ji ber van sedeman, pêvajoyên Dadgeha Destûra Bingehîn û DMME'yê hewl didin careke din bên meşandin. Helbet bi vî awayî têkoşîn didome."