Jinên Bêrîvan: Divê kurd li dijî dagirkeriyê bibin yek 2022-05-27 10:07:24   ŞIRNEX - Jinên Bêrîvan ji zozanên Faraşînê banga yekîtiya li dijî êrişên li ser kurdan kirin û wiha gotin:"Divê kurd li dijî dagirkerî û îxanetê mil bidin hevdu, têbikoşin û bibin yek."   Êrîşên dewleta tirk a bi hevkariya PDK’ê ku li herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê dabû destpêkirin hem bi hewayî hem jî bejahî bi dijwarî berdewam e. Di çarçoveya operasyonan de li Bakurê Kurdistanê jî di hêla sînoran de jî şerek diqewime. Êrîşa ku ji mehekê zêdetir li dû xwe hişt, hem ji xwezayê re hem jî jiyana welatiyan re bandorek neyînî dike. Bêrîvan û koçerên ku berê xwe didin zozanan ji ber hinceta qada ewlehiyê zehmetiyan dikşînin û nikarin derbasî zozanan bibin. Jinên ku bêrîvantiyê dikin bal kişandin ser van êrîşan û diyar kirin ku ew bi rehetî dixwazin karê xwe bikin û derbasî zozanan bibin.   ‘Em bi rehetî dixwazin derbasî zozanan bibin’   Ayşe Ataman a ku ji ciwantiya xwe wê de koçertiyê dike, destnîşan kir ku tevî zehmetiya karên wan astengiya operasyonên leşkeri barê karê wan girantir dike. Ayşe, got: “ Em bi salan e zozan bi zozan digerin û karê xwe pêk tînin. Lê belê di vê pêvajoyê de em hem ji karê xwe zehmetiyê dibînin hem jî ji ber ew operasyonên Tirkiyeyê zehmetiyê dibînin. Dora çiyayan digirin loma em nikarin bi rehetî biçin karê xwe bikin û derbasî zozanan bibin. Niha jî ji aliyê din hatiye girtin û nobedar danîne wir. Loma em jî nikarin biçin. Em bi rehetî dixwazin karê xwe bikin.”    ‘Kurd di azadiyê de bi israr in’   Ayşe, di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku kurd ji zilm û zordestiyê bêzar bûne û di azadiyê de bi israr in. Ayşe, wiha dewam kir: “Me gelek berdelên girabuha daye û hê jî didin. Bi hezaran girtiyên me hene û şehîdên me hene. Serê me bi wan serbilind e. Ew li pey doza mafdar in. Em ji dijmin natirsin. Jixwe dilê me têrî êş û elem e. Êdî bila ew zilm bi dawî bibe. Bila kurd yekîtiya xwe pêk bînin wê tu kes nikare li pêşiya wan bisekine. Em dixwazin hinek aramî û xweşikî were vê dinyayê.”   ‘Koçer ji ber astengiyan cihê zozanên xwe diguherînin’   Heyat Aykut jî anî ziman ku di sala 2017’an de keça tiyê wê Hatîce(Xwînda) Aykut li Kato Jîrka jiyana xwe jidest daye. Her wiha tiyê wê Ramazan Aykut jî di sala 2017’an de li Bestayê jiyana xwe jidest daye. Heyat, diyar kir ku koçer ji ber astengiyan cihê zozanên xwe diguherînin û wiha axivî: “Koçer û bêrîvanan niha bi piranî diçin milê Marînos û Faraşînê. Em ê di meha hezîranê de biçin zozanên mêrgê sotî.  Em îdareya xwe bi zorî dikin, bi saetên serê sibehê em tên û heta êvarê li vir dimînin. Ji bo vê şerê ku niha hatiye destpêkirin em gelek pê diêşin. Li dijî me di her aliye ve êrîşek mezin heye. Daxwaza me ew e ku jiyanek bi aştîyane pêk were.”   ‘Li dijî dijmin bibin yek’   Hanim Ataman a kurê wê Lokman Ataman 7 sal berê li Kobanê jiyana xwe ji dest daye, destnîşan kir ku gerek hemû kurd li dijî dijmin bibin yek. Hanim, got: “Em dayik gelek dilêş û dilsot in. Em girîyan lê êdî bila tu dayik negirî. Dilê tu kesê neêşe. Pêwîst e ku em hemû kurd di her milê ve li dijî dagirkeriyê û xiyanetê bibin yek.  Bila çekên kimyewî neyê bikaranîn. Heke yekitiyek çêbibe wê serkeftinek û aştiyek jî pêk were. Bi hezaran girtiyên me hene. Dê ew jî werin berdan.”   ‘Ji kurdan ditirsin’   Ayda Bal ku 25 sal in bêrîvantiyê dike di heman demê de yek ji xizma girtî ye. Kurê Ayda, Recep Bal li girtîgeha Amedê 18 sal in girtî ye. Ayda, destnîşan kir ku gava mijar dibe kurd hemû kes li dijî kurdan dibe yek û got: “Kurê min gelek caran hatiye sirgûnkirin. 25 sal ceza lê hatiye birîn. Ez bi kurê xwe serfiraz im û mafê wî diparêzim. Em dixwazin aştiyek pêk were û girtiyên siyasî serbest werin berdan. Niha jî şerekî heye bila ev şer bisekine û kurdan re serkeftinek pêk were.  Dema ku mijar dibe kurd hemû kes bêdeng dibe. Ji ber ku ditirsin. Dizanin ku wê kurd aştî û azadiyê bînin. Loma zilmê jî mezintir dikin.”