Ji dayikên Aştiyê bo Makbule ya 80 salî bang 2022-05-27 09:10:08   Zelal Tunç   WAN - Dayikên Aştiyê diyar kirin ku ew li dijî binpêkirinên mafan ên li hember girtiyan bêdeng namînin û gotin wê piştevaniya bi xizmên girtiyan ên di Nobeta Edeletê de ne re bidome. Dayikan diyar kirin ku divê  Makbule Ozer ya 80 salî demildest bê berdan.   Li girtîgehan binpêkirinên mafan didomin û li dijî binpêkirinên mafan bang û daxuyanî jî didomin. Li aliyê din jî li Amed, Stenbol, Îzmîr û Wanê bi pêşengiya malbatan ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatine şewitandin ‘Nobetên Edeletê’ yên hatin destpêkirin jî didomin.   Li Wanê nobedeta ku hat xwestin li ber ATK’ê bê meşandin Walîtî her carê bi hinceta qedexeya çalakiyan asteng kir û malbatan bertek nîşan dan û gotin wê çalakiya xwe bidomînin.   Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê der barê binpêkirinên mafan ên li hember girtiyan nirxandin kirin.   ‘Bila kes bêdeng nemîne’   Dayika Aştiyê Zekiye Kaya da zanîn ku di çarçoveya çalakiyên nobeta edeletê de xwestine li ber avahiya ATK’ê çalakiya xwe pêk bînin lê walîtiyê qedexe kiriye hincet û wiha vegot: “Zarokên me li girtîgehan bi binpêkirinan re tên rû hev. Girtiyên nexweş nayên dermankirin. Divê demildest girtiyên nexweş bên berdan. Divê desthilatdarî dest ji polîtîkayên şer berde û çareseriyê pêk bîne. Bi mehane li hember qêrîna dayikan, rayedar ker û lal in. Vê siyaseta qirêj ji bo cihê wan ji dest wan neçe dimeşînin. Bila dengê me bibihîzin û bêdeng neminin.Bila dayik êşa zarokên xwe nebînin. Bila ev şerê qirêj raweste û çek bêdeng bin. Bila hemû kes destê xwe dirêjî azadî û aştiyê bikin. Mirin ne çareserî ye. Yekane çareserî aştî ye.”   ‘Ev bêdadiyek çawa ye’   Dayika Aştiyê Hatîce Akdogan jî destnîşan kir ku li Tirkiyeyê edelet nemaye û wiha pê de çû: “Makbule Ozer ya 80 salî di 9’ê Gulanê de hat girtin. Rewşa wê ya tenduristiyê ne baş e. Rewşa wê her diçe xera dibe. Gelo keseke 80 salî wê xetereyek çawa ava bike? Makbule 18 roje girtî ye. Girtina dayika Makbule ne rast e. Ev bêdadiyek mezin e. Ev nikare bê qebûlkirin. Bila girtî bên berdan. Bila ev şer bidawî bibe. Dawî li vê zilmê bê.”   ‘Edelet li holê ye’   Dayika Aştiyê Besna Aydogan jî  bertek nîşanê binpêkirinên li girtîgehan da û wiha daxuyand: “Bila her kes bê berdan. Bila dayik zarokên xwe hembêz bikin. Bila dawî li vê zilmê bê.  Dayika Makbule ya 80 salî û hevjînê wê Hadî hatin girtin. Ev nikare bê qebûlkirin. Li vî welatî edelet û hiqûq nemaye. Ji roja em di meclîsa Dayikên Aştiyê de ne der barê me de lêpirsîn tên vekirin. Lê me ji bilî aştiyê tiştekî din nexwestiye. Em naxwazin kes li girtigehan jiyana xwe ji dest bidin. Kî devê xwe vedike tê girtin. Edeleta vî welatî li holê ye.”   ‘Divê demildest Aysel bê berdan’   Besnayê her wiha balkişand ser rewşa siyasetmdarên Kurd Leyla Guven û girtiya nexweş a siyasetmedara Kurd Aysel Tugluk  û wiha bang kir: “Leyla Guven keseke ji nav me ye. Her wiha Aysel Tugluk. Me ew bi dengên xwe hilbijart. Aysel nexweşa giran e. Divê Aysel demildest bê berdan. Em edelet û azadiyê dixwazin.”