Muşîra Mele Reşîd: Hemû sûcên dewleta tirk eşkere bûne 2022-05-27 09:05:02   Sîdra Mamo   ŞEHBA - Endama Meclîsa Zagonsaz a herêma Efrînê Muşîra Mele Reşîd têkildarî Komxebata Rizgariya Efrînê wiha got: "Di demek wiha girîng de lidarxistina komxebatek bi vî rengî ya li herêmê, bi taybet li Kantona Şehbayê wateyek mezin dide. Kesên ku beşdarî komxebatê bûne behsa kiryar û sûcên dewleta tirk kirin. Ev yek ji destkeftiyên herî mezin in ku rastiya dewleta tirk derketiye pêş cîhanê."   Ji destpêka Şoreşa Rojava û heta roja îro dewleta tirk bi hemû hovîtiya xwe hewl dide gelê kurd tune bike. Dewleta tirk ji bo veşartina dîrok û rastiya gelê kurd li herêmên dagirkirî guhertinên demografîk pêk tîne. Her wiha hemû kiryar û sûcên dermirovî li herêmên dagirkirî di derheqê sivîlan de pêk tîne, lê heta niha civaka navneteweyî bê deng e. Hemû kiryarên dewleta tirk derveyî pîvanên navneteweyî ne. Ji 18'ê Adara 2018'an de roja dagirkirina Efrînê ji aliyê dewleta tirk û komên girêdayî wê ve, rojane kiryar û sûcên dermorovî li Efrînê pêk tên.   Ji bo çareserkrin û eşkerekirna sûcên dewleta tirk, Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) ya herêma Efrînê û Rêxistina Mafê Mirovan Efrîn-Sûriye di dîroka 10'ê Gulanê de Komxebata Rizgariya Efrînê li Wargeha Berxwedanê ya Kantona Şehbayê li dar xistin. Têkildarî mijarê endama Meclîsa Zagonsaz a herêma Efrînê Muşîra Mele Reşîd ji ajansa me re nirxandin kir.     'Gelek şande beşdarî komxebatê bûn'   Muşîra Mele Reşîd di destpêka gotinên xwe de behsa girîngiya Komxebata Rizgariya Efrînê kir. Muşîrayê bal kişand ser girîngiya lidarxistina komxebatê ya di vê pêvajoyê de û wiha lê zêde kir:" Di demek wiha girîng de lidarxistina komxebatek bi vî rengî di herêmê de, bi taybet li Kantona Şehbayê wateyek mezin dide. Di komxebatê de li ser gelek xalên girîng hat nîqaşkirin, bi taybet di roja me de êrîşên dewleta tirk a dagirker li ser herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê û Başûrê Kurdistanê zêde bûne. Ji bo ku dewleta tirk a dagirker vîn û berxwedana gel bişkîne, bi hemû şêwazên hovane û bi şêwazên şerê taybet êrîşên xwe li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û sînor dijwar dike. Ji tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û deverên din gelek kesayetên bi nav û deng ji hemû netewan beşdarî komxebata rizgariya Efrînê bûn. Her wiha ji gelek parêzgehên Sûriyeyê şande beşdar bûn, 115 kes beşdar bûn. Mijar û niqaşên komxebatê li ser sûcên dewleta tirk a dagirker, şer û topbarana ku berdewam dikin bû. Her wiha li ser herêmên ku dewleta tirk dagir kirine, niqaş hatin kirin. Divê çawa sûcên dewleta tirk bên belgekirin û bigihêjin raya giştî, divê çawa dewleta tirk di serî de Erdogan bê dadgehkirin? Niqaş bi vî rengî jî hatin dewamkirin."    'Tirkiye dixwaze aloziya xwe ya hundir derbasî derve bike'   Muşîrayê da zanîn ku dewleta tirk bi van êrîş û sûcên ku pêk tîne dixwaze aloziya xwe ya hundir derbasî derve bike û wiha pê de çû: "Dewleta tirk a dagirker bi van êrîşên li ser herêmê pêk tîne dixwaze aloziya hundir a Tirkiyeyê derbasî derve bike, her wiha dixwaze  gelê kurd tune bike û rewşa Sûriyeyê aloztir bike. Armanca dewleta tirk a dagirkirina herêmên me ew e ku sînorên Tirkiyeyê berfireh bike. Dewleta tirk di van rojên dawî de biryara destpêkirina operesyonek nû ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi kûrahiya 30 km dest pê bike, daye. Hemû kesayetên ku di komxebatê de amede bûn rastiya dewleta tirk a dagirker anîn ziman, êdî hemû sûcên dewleta tirk eşkere bûne ji ber ku hemû hêzên ji derve ji bo berjewendiyên xwe li ser vê axê ne. Dewleta tirk berê îdia kir ku wê parastina sînorên xwe bike, lê me dît ku çawa Efrîn dagir kir û guhertinên demografîk li Efrînê pêk tîne. Hemû peymanên ku dewleta tirk û dewletên navneteweyî îmze kirine hene, lê dîsa her kes ji bo berjewendiyên xwe li hember kiryarên Tirkiyeyê bê deng in."   'Di komxebatê de gelek xalên girîng hatin nîqaşkirin'   Muşîrayê xalên ku di komxebatê de hatine destgirtin diyar kir û wiha bi lêv kir: "Xalên ku me girtin dest ev in: Girîngiya Efrînê ya ji aliyê dîrokî de, hebûna mirovên kevin beriya hezar salan û kevnariyên di Efrînê de, girîngiya Efrînê ya ji aliyê ekolojiyê ve, êrîş û kiryarên dewleta tirk, guhertina demografîk, her wiha çareseriya wan pirsgirêkan çine hatin nîqaşkirin. Ji ber dema ku mirov dixwaze çareseriya van pirsgirêkan nîqaş bike, divê di destpêkê de mirov ji aliyê dîrokî, stratejîk, ekolojîk ve lêkolîn bike. Girîngiya rizgarkirina Efrînê mezin e ji ber ku Efrîn kilîta çareseriya aloziya Sûriyeyê ye. Ji ber ku Efrîn ji aliyê statîjîk ve girîng e, her wiha ji bo tevahî Sûriyeyê ji aliyê dîrokî ve girîng e. Ji ber vê yekê êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê û dagirkirina wê êrîşek li ser nirxên mirovahiyê tevahî ye. Ji ber vê yekê bêdengiya navneteweyî ya li hember bêexlaqî û sûcên dewleta tirk tê wateya ku projeyek hevpar heye û pêk tînin. Ji ber vêya jî dewleta tirk bi guhertina demografîk re bi taybet di cihên dîrokî de dixwaze bawerî û rastiya dîroka Efrînê binpê bike. Bi vê yekê re diyar dibe ku dewleta tirk dixwaze çandek nû, planên nû pêk bîne, her wiha ispatên hebûna dîroka Efrînê tune bikin."   'Hemû sûcên dewleta tirk eşkere bûne'   Muşîrayê bi lêv kir ku vegerandina koçberan a bi darê zorê ya li herêmên dagirkirî ku ne cihê wan e, sûcek e û wiha gotinên xwe berdewam kir: "Dewleta tirk a dagirker bi darê zorê koçberên Sûriyeyê yên ku li Tirkiyeyê dimînin vedigerîne herêmên dagirkirî ku ne herêma wan e, ev yek bi xwe sûc e û derveyî peymana navneteweyî ye. Bi nêzîkbûna hilbijartinan re dewleta tirk ji bo qezenckirina gel koçberan ji Tirkiyeyê derdixe, ev plan ji bo ku gel dengê xwe bidin faşîst Erdogan e. Bi vê yekê dewleta tirk dixwaze ku çeteyên xwe di bin navê koçberan de derbasî vê derê bike ji bo ku navê terorê ji ser wan rabe, her wiha xeteriya çeteyan ji ser xwe rake. Ji ber ku tiştên ku çeteyan li wê derê kirine wê li dijî dewleta tirk û faşîzma AKP'ê be, ji ber vê dixwaze ji wan çeteyan xilas be û wan tune bike lê ev hemû planên Tirkiyeyê eşkere bûne. Kesên ji Emerîkayê jî beşdarî komxebatê bûn. Ew kesên ku hatine jî bi xwe behsa kiryar û sûcên dewleta tirk kirin. Ev jî yek ji destkeftiyên herî mezin in ku me rastiya dewleta tirk derxistiye pêş cîhanê."   'Divê sûcên Tirkiyeyê ji raya giştî re bên eşkerekirin'   Muşîra Mele Reşîd di dawî de encama nerîn û nîqaşên ku di Komxebata Rizgariya Efrînê de derketine pêş anî ziman û wiha vegot: "Di encama komxebatê de hat gotin divê ji bo bidawîkirina dagirkeriya Tirkiyeyê ya li ser axa Sûriyeyê xebat bên meşandin. Her wiha hat gotin divê teqez tewanên li dijî jinan û gel ji civaka navneteweyî re dîsa bê eşkerekirin. Divê sûcên Tirkiyeyê ji raya giştî re bên eşkerekirin. Her wiha di komxebatê de ji bo parastina gelê kurd û hemû gelên li Sûriyeyê û bidawîkirina aloziya di nava Sûriyeyê de gelek nîqaş hatin meşandin."