ROJEVA 27'Ê GULANA 2022'YAN 2022-05-27 09:00:00   * "Zabel Yesayan bi hevkariya Melîha Xanim serî hil dide. Û êdî çare namîne ku ew deng neyê bihistin; Lê emanetê me hemûyan hatiye kirin. Nêrin ku wisa wek pîrebok behsa "Emeniyên dîaspora" tê kirin. Ew hemû ewladên vê axê ne. Ji xwe li erdnîgariyên ku wek me dîrok ji berovajî hatiye vegotin de, roman û pirtûkên bîranînê yên pirtûkên dersan veşartine, her tiştî vedike." NIQAŞÊN JINELOJIYÊ    *Hevjîna girtiyê nexweş ê giran Aynûr Aşan ku bi xwe jî li dijî nexweşiya pençeşêrê têdikoşe wiha got: "Bi girtina wî re karekî me rast neçû. Zarokên me di aliyê derûnî û aboriyê de jî pirsgirêkên girîng dibînin. Bavê wan nexweşekî giran e û ruxmê cezayê bê heq danê  qedîyaye jî bernadin. Raste rast wan ji bo mirinê dihêlin. " DÎMEN HEYE   *Endama Meclîsa Zagonsaz a herêma Efrînê Muşîra Mele Reşîd têkildarî Komxebata Rizgariya Efrînê wiha got: "Di demek wiha girîng de lidarxistina komxebatek bi vî rengî ya li herêmê, bi taybet li Kantona Şehbayê wateyek mezin dide. Kesên ku beşdarî komxebatê bûne behsa kiryar û sûcên dewleta tirk kirin. Ev yek ji destkeftiyên herî mezin in ku rastiya dewleta tirk derketiye pêş cîhanê." DÎMEN HEYE   *Dayikên Aştiyê diyar kirin ku ew li dijî binpêkirinên mafan ên li hember girtiyan bêdeng namînin û gotin wê piştevaniya bi xizmên girtiyan ên di Nobeta Edeletê de ne re bidome. Dayikan diyar kirin ku divê  Makbule Ozer ya 80 salî demildest bê berdan. DÎMEN HEYE   *Cigira Hevserokatiya Giştî ya HDP’ê Tulay Hatîmogullari da zanîn ku Tirkiyeya ku li hember endamtiya Swêd û Fînlandiyayê ya NATO’yê derketiye, hewl dide tavîzan ji DYA û NATO’yê bigire û di rewşa pêk hatî de wê guherîneke demografîk a dîrokî pêk bê û got: "Ev pêngaveke ku 100-200 salên pêş diyar dike û ev jî berhema polîtîka Neo-osmanî û dijminahiya kurd e.” BI DÎMEN    *Endama KASED’ê Salîha Ayata balkişand ser zextên li hemberî zimanê kurdî û got: “Divê kurdî bê axaftin. Divê kurdî bê lîstin û bê jiyîn.”Nivîskar Ronayî Onen jî wiha axivî: “Em ê hem ji bo kurdî hem jî ji bo mafên kurdan têbikoşin. BI DÎMEN    *Jinan diyar kirin ku notirvan kontrola dewleta mêr a li ser jin û zarokan zêdetir dike û diyar kirin ku divê jin li dijî şîdet û tacîzê parastina xwe ya cewherî bi rêxistin bikin. BI DÎMEN    * Jinên Roboskêyî ku malên wan nêzî sînor in diyar kirin ku her cara ballafir derbas dibin ew careke din Komkujiya Roboskê ya ji aliyê Dewleta Tirk ve hate kirin dijîn û wiha gotin, "Dilê me diêşe, ew roj tê bîra me.Divê kurd li dijî êrîşan bibin yek."    DÎMEN HEYE   *Parêzer Rahşan Bataray, bal kişand ser Hefteya Windayan û diyar kir ku polîtîkayên bêceza hiştinê tê meşandin û kujer her tim tên parastin.  BI DÎMEN