Jinên li Mexmûrê: Ji bo parastina Kurdistanê dakevin qadan 2022-05-26 13:48:26   MEXMÛR - Êrişên li hemberî Herêma Federal a Kurdistanê, li Mexmûrê ji hêla jinan ve bi daxuyaniyeke hat şermezar kirin û wiha hat gotin: "Şerê tê meşandin ne ji bo tunekirtina şervanên azadiyê ye, ji bo tunekirina kurdê azad e. Em bang li Gelê kurd û dayikan dikin ku ji bo azadiya Kurdistanê dakevin qadan."    Li dijî êrişên li hemberî Herêma Federal a Kurdistanê ya ku bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ve pêk tê li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji hêla jinan ve bi daxuyaniyekê hat şermezar kirin. Jinên ku li ber avahiya Meclîsa Îştarê kom bûn û piştî rêzgirtinê daxuyaniyek dan. Daxuyanî ji hêla Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Nûran Sezgîn ve hat dayîn.    Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:    "Em Dewleta Tirk, mala Barzanî û yên ku li hember van êrişan rolê sê meymûna dileyizin şermezar dikin. Ji bo bê îradekirina gerîla bi çekên kîmyawî êriş dikin. Lê bila ji bîr nekin ku ew şervanên Rêber Apo ne. Wê tu caran wan bê îrade nehêlin. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi îradeya xwe ya ji pola, hemû êrişên Dewlet Tirk vala derxistiye. Harbûn wan ji windanikirina wan ya li çiyayên Kurdistanê ye. Şervanên azadiyê ji Rêbertî, şehîd û gelê xwe re soz dane ku çawa Mehmet Tunç çok ji dijmin re nedanîne ew jî wê ji dijimin re çok danaynin. Ger îro cerdevan pêşenktî ji dijmin re nekiriban wê dijmin jî nekarî tişek bikin. Şerê tê meşandin ne ji bo tinekirtina şervanên azadiyê ye, ji bo tinekirina kurdê azad e. Em ê weke dayîk û gelê Memxûrê ji bo piştgirdayîna şervanên azadiyê li qadan bin.”   Em bang li Gelê Kurd, dayikên şehîd û şervanên Kurdistanê dikin rabin ser piyan. Pêwîste Gelê Kurd ji bo piştgirîdayîna gerîlayên azadiya Kurdistanê dakevin qadan li her derê bikin cihê têkoşîna azadiyê.”   Daxuyanî bi dirûşma, “Bijî berxwedana gerîla", “Bê Serok jiyan nabe” û “Bimire îxanet" bi dawî bû.