Şêniyên Herêma Firatê li dijî tecrîd û dagirkeriyê herikîn qadan 2022-05-26 13:24:44     KOBANÊ - Şêniyên Herêma Firatê bi dirûşmeya “Bi vîna gelan û gerîla, em ê îxanet, faşizmê û dagirkeriyê têk bibin û tecrîda li ser Rêber Apo bişkînin û Rêber Apo azad bikin” meşeke girseyî pêk anîn.   Bi sedan ji şêniyên Herêma Firatê li dijî tecrîda li ser Rêber ê PKK’ê Abdullah Ocelan û dagirkeriyê herkin qadan û meşiyan.xwendekarên Zanîngeha Kobanê û ji Eyin Îsa, Minbic,Navçeya Tebiq, Reqa, Dêrezor, Şêran, Çelebî jî tevli meşa hat lidarxistin bûn.  Di meşa ku hat lidarxistin de wêneyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocelan, Panekartên bi dirûşmên “Bimire Îxanet”, “Bjiî berxwedana Gerîla” hatin vekirin û alên Yekîtiya Jinên Ciwan, Tevgera Ciwanên Şoreşger ya Sûriyeyê, Rêxistina Kongereya Star, Meclisa Malbata Şehîdan, Desteya Perwerdê û Fêrbûna Zimanan hatin hilgirtin.     Meş ji qada Jina Azad bi berzkirina dirûşmên “Bijî berxwedana Gelê Kurd” û “Bijî Serok Apo” dest pê kir û heta qada Şehîd Egîd hat berdewamkirin. Girseya ku li qadê rawestiya bi deqeyeke rêzgirtê pakrewanên azadiyê bi bbîr anîn.  Paşê bi navê  Rêxistina Kongereya Star a Herêma Firatê  Litfiyê Sûleyman axivî.   'Kes nikare sekna berxwedêr têk bibe’   Litfiyê di destpêka axaftina xwe de destnîşan kir ku tu dewlet nikare sekina berxwedêr a Gelê Kurd têk bibe û wiha berdewam kir: “Bila herkes vê baş bizanibe em li ser fikir û felsefeya Rêber Apo dimeşin, pirojeya me pirojeya Netewa Demoqratîk e. Lê mixabin dagirker vê nikarin qebûl bikin. Em heta kêliya dawî li pey riya cangoriyên xwe ne, helbet dê berxwedana me li tevahiya cîhanê  deng bide.”   Meş bi dirûşmên “Bijî berxwedana gerîla” û “Bimire îxane” bi dawî bû.