Komîsyona Jinan a KNK’ê: Divê em Kurdistanê biparêzin 2022-05-26 13:17:29     NAVENDA NÛÇEYAN - Li dijî êrişên Dewleta Tirk, Komîsyona Jinan ya KNKê daxuyaniyek nivîskî weşand û got: “Tevahiya Kurdistanê bi taybetî jî Herêma Kurdistanê li ber dagirkirina dewleta Tirk e, ji her demê bêhtir pêwîstî pê heye ku em Kurdistanê biparêzin."   Dewleta Tirk di 17’ê nîsanê de bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li hemberî Herêma Federal a Kurdistanê êrişek nû da destpêkirin. Li hemberî êrişan bertek û nerazîbûn didomin. Komîsyona Jinan a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi daxuyaniyekê nivîskî ji bo parastina Kurdistanê bang li Gelê Kurd û jinên kurd kir.   Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:   “Rewşa cîhanê bi şerê NATO û Rûsya û li Rojhilata Navîn bi taybet ne aram e. Rastiya siyaseta desthilatdaran di şerê NATO-Rûsyayê de carek din diyar bû. Li gorî berjewendiyên xwe piştgiriyên didin hinekan lê heger ne li gorî wan be, bêdeng in. Yên ku li ber êrişa Rûsyayê ya li ser Ûkraynayê radibin, li hemberî Dewleta Tirk a ku li dijî Kurdistan şerêkî topyekûn bêdeng dimînin. Ev jî durûtî û bêexlaqiye rastiya siyaseta deshilatdaran ya îro ye.   Rewşa me kurdan pir bi xetere ye   Dewleta Tirk ji bo ku rewşa aloz ya siyaseta navdewletî sûd werbigire hewldanên tunekirina kurd û Kurdistanê bilez kir. Dixwaze li ser Rojava û Başûrê Kurdistan xeyala Împaratoriya Osmaniyan pek bîne. Bi siyaseta dagirkeriya li ser Kurdistan dixwaze alozî û qeyranên siyasî, civakî, aborî û dîplomatîk li Tirkiyê hene çareser bike. Pirsgirêka esasî ya dewleta dagirker him hundir him jî dervê pirsgirêka azadiya kurd û Kurdistanê ye.    Bênavber Dewleta Tirk bi êrişên xwe yên li ser kurdan hiqûqa navneteweyî bin pê dike dike û sîstematîk tawanên şêr pek tîne. Êrişa ku Dewleta Tirk dibe ser Zap û Avaşînê bi tenê ne ji bo tasfiyekirina PKK û têkoşîna azadiyê ya Gelê Kurd e. Rewş ji bo me kurdan pir bi xetere ye.   Em ê destkeftiyan biparêzin   Li hemberî vê rastiyê dive kurd ji hêza xwe bawer bikin û bi yekîtî li ber xwe bidin. Êdî tevahî Kurdistan bûye qada şerê dewleta Tirk. Tevî ku çekên kîmyewî qedexe ne û li hemberî yên bi kar tînin divê helwest bê nîşandan jî li qada navneteweyî kes li ber van kiryarên dewleta Tirk dernakeve, helwestê nîşan nade. Ji ber ku temamiya Kurdistanê bi taybetî jî Herêma Kurdistanê li ber dagirkirina dewleta Tirk e, ji her demê bêhtir pêwîstî pê heye ku em Kurdistanê biparêzin.    Divê em jinên kurd hebûnê, azadî û destkeftiyan biparêzin. Heger em hevgirtî nebin, em nikarin êrişên Dewleta Tirk a dagirker têk bibin. Lê bi yekîtî jî em dikarin li ber xwe bidin. Ji bo yekîtiyê jî pewîst e di Kurdistanê de tu hêzeke kurd xizmeta dagirkeran neke. Heger kesên kurd di hevkariyê israr dikin pewîst e tu kurdek silavê nede wan û divê ev kes di nava civaka Kurdistanê de bên tecrîdkirin.   Jinên kurd li refên pêş têdikoşin   Serokê dewleta Tirk Erdogan bi taybet jî dijminê jinên kurd e. Erdogan îro ne tene li Tirkiye, bakurê Kurdistan her wiha li tevahî Rojhilata Navîn bûye sembola sîstema mêr a serwer a ya ku têkoşîna azadiyê ya jinan têk dibe. Îro yên ku li Tirkiyeyê li dijî desthilatdariya rejîma Erdogan muxalefeta herî radîkal û wêrek dikin, jinên kurd in. Jinên kurd li refên herî pêş li dijî rejîma tirk têdikoşin. Jinên Kurd li çar aliyên cîhanê bi têkoşîna xwe hatin naskirin û di asta cîhanê de bûn pêşengên tekoşîna azadiya jinan. Ji ber ve jî Erdogan dixwazê jinên kurd bêdeng bike. Tola xwe ya ji jinên kurd ji xwîşkên me yên li Efrînê digire. Edî dem dema parastina Kurdistanê ye. Heger hezên cîhanî û heremî hêza yekîtiya kurdan bibînin wê demê ew ê şerê Dewleta Tirk jî rawestinin. Lê heta ku aliyekî kurd rûyê reş yên dagirkeran spî bike, wê demê kes kurdan jî cîddî nagire.”