Malbata Şenyaşar: Em dozgerên dewletê vedixwînin heqî û edaletê 2022-05-26 12:46:11   RIHA - Emîne û Ferît Şenyaşar ên "Nobeda Edaletê" didomînin wiha gotin:"Li ber Edliyeya Rihayê bêedaletiyeke mezin heye. Herkes vê dibîne û dizane. Em dozgerên dewletê vedixwînin heqî û edaletê. "   Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar ku hevjîn û 2 kurên wê di 14'ê hezîrana 2018'an de ji aliyê xizm û parastvanên Parlamanterê AKP'ê yê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatibûn kuştin di 9'ê adara 2021'ê de bi kurê xwe Ferît Şenyaşar re li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, di roja 444'an de didome.    Malbat, di saetên serê sibehê de ji navçeya Pîrsûsê hat ber Edliyeya Rihayê û dest bi nobeta xwe kir.    Bang li wezaretê hat kirin   Malbatê, li ser hesabê xwe yê medyaya sanal hesabê Wezareta Dadê etîket kir û bi etîketa "Em sebir nakin" ev peyam parve kir: "Li ber Edliyeya Rihayê bêedaletiyeke mezin heye. Herkes vê dibîne û dizane. Em dozgerên dewletê vedixwînin heqî û edaletê. Em mafê xwe dixwazin."