Ciwanên kurd dest bi 'Meşa Dirêj' dikin 2022-05-26 12:08:11     NAVENDA NÛÇEYAN - TCŞ û Têko-Jin di çarçoveya pêngava "Werin Cenga Azadiyê" de li Elmanya, Îngilistan, Fransa, Swîsre, Swêd û Yewnanistanê bi dirûşma "Li dijî xiyanet û dagirkeriyê Werin Cenga Azadiyê" çalakiyên Meşa Dirêj li dar bixin.   Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jin ên Ciwan ên Têkoşer (Têko-Jin) ji bo Meşa Dirêj a 3 rojan banga tevlîbûnê kirin. Ciwanan ragihandin ku wê di çarçoveya pêngava "Werin Cenga Azadiyê" de li Elmanya, Îngilistan, Fransa, Swîsre, Swêd û Yewnanistanê bi dirûşma "Li dijî xiyanet û dagirkeriyê Werin Cenga Azadiyê" çalakiyên Meşa Dirêj li dar bixin.   Komîteya Amadekar a Meşê bi daxuyaniyekê li ser çalakiyê agahî da û got: "Weke ciwanên kurd ên li Atînayê, li dijî êrişên dagirkeriyê yên li ser Kurdistanê û li hemberî xiyaneta PDK'ê, ji bajarokê Lavrîo yê Atînayê heta bi navenda Atînayê em ê meşeke ji 3 rojan li dar bixin.   Meşa ku wê 30'ê gulanê destpê bike, di 1'ê hezîranê de li ber Konsolosxaneya Tirk a li Atînayê wê bi dawî bibe. Piştî meşê em ê tevlî pîrozbahiyên 1'ê Hezîranê yên li Lavrîoyê bibin. Hunermend Nûarîn jî wê tevlî bibe. Em dibêjin ku em ê bi ruhê 1'ê Hezîranê bimeşin. Em bang li ciwanên Kurdistanê û dostan dikin ku xwedî li berxwedana bêhempa ya gerîlayên Kurdistanê derkevin û li dijî dagirkerî û xiyanetê têbikoşin.   Em bang li Kurdistaniyan û dostan hemûyan dikin ku tevlî vê çalakiyê bibin ku wê bi dirûşma "Kurdistanê biparêze" li dijî xiyanet û dagirkeriyê bê lidarxistin."