Li dijî êrişan ciwanên Şengalê dadikevin qadan 2022-05-26 11:38:56     NAVENDA NÛÇEYAN - Yekîtiya Ciwanên Êzidî û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Êzidî bi daxuyaniyekê ragihandin ku li dijî êrişan wê dest bi rêze çalakiyan bikin û gotin: "Dê di 1'ê hezîranê de bi dirûşma ‘Li dijî dagirkerî û îxanetê werin cenga azadiyê’ meşek li dar bixin û em banga tevlîbûnê li êzidiyan dikin."   Êrişên li hemberî Herêma Federal a Kurdistanê ya bi hevkariya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) pêk tê didomin. Li dijî êrişan Yekîtiya Ciwanên Êzidî û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Êzidî daxuyaniyeke hevpar weşandin û diyar kirin ku dê rêzeçalakiyan li dar bixin.    Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:    "Ji 17'ê nîsanê ve careke din Dewleta Tirk a faşîst û çeteyên wê bi piştgirî û tevlîbûna PDK’ê bi navê operasyonekî leşkerî êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê kir. Li wir şerekî pir dijwar heye ku li Zap, Avaşîn tê meşandin. Dewleta Tirk a faşist bi xwesteka binpêkirin û ji holê rakirina serketina Gelê Kurd bi tank û topên xwe, bi gazên kîmyawî ku di asta cîhanê de qedexekirîne êriş dibe ser hêzên gerîla. Li hemberî van êrişên hovanê jî di pêşengtiya YJA-star û HPG’ê de berxwedaniyekî fedayiyane tê raber kirin.   Armancên çeteyên faşîst ên Erdogan û Bahçelî ew e ku bi hevpeymana Lozanê re ya heya 2023’yan bi dawî dibe sînorê xwe zêde bike û bi hişmendiya Împaratoriya Osmanî hêzên xwe li Rojhilata Navîn zêde û berfireh bike. Xwesteka dewleta faşîst ya Erdogan de bi tune kirina gerîla re xweseteka tune kirina gelê me yê berxwedêr jî heye.    Dijmin êdi di wê hişmendiyê de ye ku gerîla û gel ne ji hev qutin û tu carî nayê qut kirin jî. Ji ber wê yekê  çawa êrişên ser Qadên Parastina Medya dest pê kir, di heman demê de êrişek din bi pêşengiya Dewleta Tirk ya faşîst û PDK’ê û hikûmeta Kazimî re li ser Şengala me hate kirin. Ew jî dide diyarkirin ku hişmendiya faşîst li her deverê eynî ye û armanca wan tasfiyekirin e, deskeftiyên gelê me yên berxwedêr ji holê rakirin e.   Li hemberî van êrişên qirêj û bi bersivdayina plana 9’ê Cotmehê ve di aliyê ciwanên êzidî û civaka êzidî de helwesteke xurt hate nîşandan. Li gel rastiya ku xeteriya 9’ê Cotmehê berdewam dike jî helwesta me û sekna me jî zelal e û bi xwesteka axa xwe ji dijminan parastin e. Rêxistina Komalên Ciwan li dijî van êrişan banga li dijî îxanet û dagirkeriyê sekinandinê kir û got ku li derdora dirûşma 'Li dijî îxanet û dagirkeriyê werin cenga azadiyê' ragihand.    Em jî wekî Yekîtiya Jinên Ciwan û Yekîtiya Ciwanên Şengalê rol û mîsyona xwe di vê bangawaziyê dibînin û dibêjin ku em ê jî bi çalakiyên cur be cur derbasî rêze çalakiyan dibin.   Li gora vê yekê em ê li seranserî gundewarên Şengalê ji bo ruyê faşîzmê bê ruxandin civinên berfireh ya ciwanan çêbikin. Em ê heman demê de ji bo silavkirin û piştgiriya berxwedaniya gerîla şahiyan lidarbixin û ji bo zindikirina ruhê 1’ê hezîranê bo bi berxwedaniya gerîla her qad vegerîn qadên berxwedanê.    Em ê meşek girseyî jî lidar bixin. Meşa girseyî dê di pêşengiya ciwan û jinên ciwan ên Şengalê de bê lidarxistin. Dirûşma meşê jî yê bibe ‘Li dijî dagirkerî û îxanetê werin cenga azadiyê’ be. Li ser vê bingehê em bang li hemû ciwanên Şengalê, li jinên ciwan û hemû civaka xwe dikin ku bila beşdarî çalakiyan bibin da ku ti ruyeke dijimin li ser axa me nemine û 1'ê Hezîranê bibe roja serkeftin û azadiya tevahî gelên me yên berxwedêr."