Li Serêkaniyê vê carê jinek bû hedefa guleyên komên paramîlîter 2022-05-25 15:38:49   RIHA - Li Serêkaniyê ji ber şerê di navbera komên paramîlîter de guleya ku ji Serêkaniya binxetê hat Serêkaniya serxetê li jinekê ket û birîndar bû. Berî vêya demekê jî guleya ji Serêkaniyê ji aliyê hêzên paramîlîter hatibû li zarokekî 9 salî ketibû û jiyana xwe ji dest dabû.    Li navçeya Serêkaniyê ya rojavayê Kurdistanê di navbera hêzên paramîlîter de şer derket. Hat gotin di navbera komên Al-Aqeedat û Al-Mawali şerê dijwar qewimiye. Ji ber şerê van koman guleya ku ji Serêkaniya binxebetê hat navçeya Serêkaniyê ya serxetê li jinekê ket. Ev şer serê sibehê qewimiye û vîdeoyên wê li ser medyaya dîjîtal hatin parvekirin. Di dîmenan de tê xuyakirin ku ev kom çekên giran bi kar tînin û gelek ji wan hatine kuştin û birîndaran jî rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Serêkaniyê.    Beyaz Demîr (58) a dayika pênc zarokan ku mala wê li taxa nêzî sînor e bi vê guleya ji wî alî sînor hat li qirika wê ket. Hat zanîn ku Beyaz rakirine nexweşxaneyê lê xetereya wê nîne.    Divê Beyaz piştî mudaxileya ewil rakirine nexweşxaneyek din. Lê ji ber ku ambulans ji bo xizmeta komên paramîlîter hatibûn temînkirin, nedan ku Beyaz neqlî nexweşxaneyek din bê kirin. Li ser vê yekê xizmên Beyaz bi derfetên xwe wê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê.    Hat zanîn ku welatiyek din jî ji guleya ku ji Serêkaniyê hatiye birîndar bûye û li nexweşxaneyê tê tedawîkirin.