Li Qamişloyê tecrîd hat şermezarkirin 2022-05-25 14:40:59   NAVENDA NÛÇEYAN - Kongreya Star bi dirûşma “Na ji tecrîdê re, belê ji azadiyê re, bijî Serok Apo” li Qamişloyê calakiyek li dar xist. Derbarê azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan de nameyek da Komîseriya Kar û Barên Penaberan a NY’yê.   Bi pêşengiya Kongreya Star li Çerxerêya Siyahî ya Qamişloyê bi dirûşma “Na ji tecrîdê re, belê ji azadiyê re, bijî Serok Apo” çalakiyek li dar xistin. Di çalakiyê de jinan wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan vekirin. Bi sedan jinên tevlî çalakiyê bûn. Her wiha jinan nameyek da Komîseriya Kar û Barên Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (NY).   Xwepêşandan li pêşiya avahiya Komîseriya Kar û Barên Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Qamişloyê veguherî mîtîngê. Li wir endama Kongra Star Şaha Xelîl axivî û bêdengiya civaka navneteweyî û aliyên ku parastina mafên mirovan îdia dikin, rexne kir.   Şaha Xelîl diyar kir ku Abdullah Ocalan dikare hemû pirsgirêkên Rojhilata Navîn çareser bike.   Piştre, şandeyek ku ji Gulistan Gulo, Menîca Heyder, Horiye Şemdîn û Iqlîma Hisên pêk tê, nameyek radestî komîseriyê kir û tê de banga pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan kir.