Meclîsa Jinan li Dêrikê li dijî şîdetê belavok belav kirin 2022-05-25 14:34:03   NAVENDA NÛÇEYAN - Meclisa Jinan a PYD`ê li navçeya Dêrikê, li dijî şîdeta li hemberî jinê belavok belav kirin.    Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) di 23'yê nîsanê de li Hesekê qonaxa sêyemîn a hemleya “Bi têkoşîn û yekitiya jinan tundî bi dawî dibe” ragihandibû. Di çarçoveya hemleyê de îro endamên Meclîsa Jinan li navçeya Dêrikê ya Qamişloyê belavok belav kirin.   Her wiha hemleyê ku duh li navçeya Tirbespiyê dest pê kirinû û îro li kolanên Dêrikê pêk hat. Tê payîn ku hemle li gund û bajarokên navçeyê jî berdewam bike.   Meclisa Jinan a PYD'ê hemleya xwe ya yekemîn bi dirûşma “Kuştina jinan rawestînin” di îlona 2020'ê de, hemleya xwe ya duyemîn bi dirûşma “Na ji komplo, na ji dagirkerî û na ji tundiyê re” di sibata 2021'ê de ragihandibû.