Ji bo girtiyên nexweş banga tevlibûna daxuyaniyê 2022-05-25 14:09:24     ÎZMÎR - Platforma Ji Girtiyên Nexweş û Aysel Tûglûk re Azadî wê bi dirûşma “Em deng didin girtîgehan” daxuyaniyeke çapemeniyê ya girseyî bide.    Platforma Ji Girtiyên Nexweş û Aysel Tûglûk re Azadî wê bi dirûşmA “Em deng didin girtîgehan” di 28’ê Gulanê de li Îskeleya Konakê daxuyaniyeke girseyî bide çapemeniyê. Di daxuyaniya ku dê di saet 19.00’an de were dayîn de dê li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, mirinan û tecrîdê deng bê derxistin û bê xwestin ku rayedar pewyîra xew bi cih bînin. Platformê li ser hesabên xwe yên medyaya dîjîtal bi etîketa “Em bi fikar û bi kerb in. Tehamula me nîne ku girtiyek jî jiyana xwe ji dest bide. Dengê girtiyan bibihîzin û tecrîdê bidin rawestandin. Ji girtiyên nexweş re azadî” herkes vexwendin daxuyaniyê.    Li aliyê din Parlamentera HDP’ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay û Mûrat Çepnî, nivîskar Onder Bîrol Biyik, nivîskar Temel Demîrer, akademisyen Sîbel Ozbûdûn jî li ser hesabên xwe yên medyaya dîjîtal banga tevlibûna daxuyaniyê kirin.