Li Şehbayê gel li pêşiya baregeha Rûsyayê nerazîbûn nîşan da 2022-05-25 13:02:19   ŞEHBA - Bi armanca şermezarkirina êrîş û gefên dewleta tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi dirûşma "Guhertina demografîk sûcekî li dijî gelê herêmê û dîroka wan e" şêniyên Efrînê meşek girseyî li dar xistin.    Bi sedan şêniyên Efrînê li pêşiya baregeha Rûsyayê nerazîbûnên xwe li dijî êrîş û gefên dewleta tirk ên li ser herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê, meşek girseyî li dar xistin. Bi dehan şêniyên Efrîn û Şehbayê tevlî meşê bûn. Di meşê de wêneyên kesen di berxwedana serdemê de jiyana xwe ji dest dan, her wiha pankartên bi nivîsa "Avakirina wargehan li herêmên dagirkirî tê weteya qirkirin û guhartina demografîk" û "Erdogan li ser mirovahiyê xeterî ye" hatin hildan. Meş ji destpêka riya gundê Wehşiyê heya pêşiya baregeha Rûsan a navçeya Fafînê ya Kantona Şehbayê dom kir. Meş bi deqeyek rêzgirtin a ji bo cangoriyên azadiyê dest pê kir. Piştre şande derbasî baregeha Rûsan bû, ji bo daxwazên gel parve bikin.   ‘Bi razîbûna Rûsyayê dewleta tirk Efrîn dagir kir’   Hêvîn Eluş daxwaz kir ku dewleta tirk ji axa wan derkeve û Efrîn rizgar bibe û wiha got: "Îro em weke jinên Efrînê daketine qadan û nerazîbûna xwe li hember êrîş û gefên dewleta tirk a dagirker ên li ser herêmên me nîşan didin. Dewleta tir a dagirker dixwaze dîsa operesyonên nû li ser herêmê bide meşandin û me ji vê derê jî koçber bike. Lê îro bi dehan Efrînî li vê derê kom bûne û berxwedana xwe berdewam dikin. Daxwaza me ji Rûsya heye ku çawa bi destên wan Efrîn hat dagirkirin, bila Tirkiye ji axa me derkeve û em vegerin ser axa xwe. Rast e dewleta tirk axa me dagir kir, lê dijminê sereke Rûsya ye ji ber ku bi destê Rûsyayê dewleta tirk Efrîn dagir kir. Îro jî Rûsya leşkerên xwe li Şehbayê di nav me de bi cih dike, em naxwazin tenê leşkeran li vê derê bi cih bike em dixwazin ku Rûsya zextê bibe ser Tirkiyeyê ku ji axa me derkeve. Dewleta tirk dixwaze me tune bike, lê belê çawa ku me li Efrînê li ber xwe da û em hatin vê derê jî û me li ber xwe da, wê her tim jî berxwedana me berdewam be."   Meş bi dirûşmên "Bijî berxwedana Efrînê", "Bimire faşîzma tirk" û "Efrîn a me ye" bi dawî bû.