Navê Cemal Gursel ê digot 'Kurd tune ye' li kuçeyên Cizîrê kirin 2022-05-25 11:29:19     ŞIRNEX - Navê Cemal Gursel ê ku wekî dijminê kurdan tê zanîn û bi gotina "Yên ji we re bêjin hûn kurd in tû ser çavên wan bikin" tê naskirin li kuçeyên Cizîrê hat kirin.    Qeyûmên ku lez dane asîmîlekirina kurdan, li aliyekî jî serî li rêbazên hedefgirina hafizaya civakê didin. Qeyûmê Cizîrê navê darbekar Cemal Gursel ê ku kurd înkar dikir li kolanek navçeyê kir. Cemal Gursel 45 salan wezîfeya leşkeriyê kiriye û serkêşê darbeya leşkerî ya 27’ê Gulana 1960’an bûye û “Komîteya Yekitiya Neteweyî” ava kiriye. Bi darbeyê re bû Serokkomar û li kolanên Enqereyê pankartên "Yên ji we re bêjin hûn kurd in tû ser çavên wan bikin ! Serokkomar Cemal Gursel" daliqandibû. Cemal piştî darbe pêk aniye çûbû Amedê û ji xelkê re gotibû, "Yên ji we re bêjin hûn kurd in tû ser çavên wan bikin!"    Vî darbekarî di pêşgotina pirtûkekê de wiha gotiye, “Li cîhanê bi navê kurd nîjadek tune ye. Kurd ne hemwelatî ne, kurd hemnîjadên me ne.”    Qeyûm ku navên wek Meleyê Cizîrî, Ehmedê Xanê û gelek kesayetên girîng tarûmar kir û di şûna navê wan de tabelayên tirkî daliqand, bi taybetî bi armanca provokekirina kurdan van navên nîjadperest li kolan, meydan, cade û deveran dikin.