Xizmên girtiyan bertek nîşanî tacîza polîsan dan 2022-05-24 14:34:03   WAN - Di çarçoveya "Nobeda Edaletê" de xizmên girtiyên nexweş û ên ku înfaza wan hatiye şewitandin li ber Kampusa Girtîgeha Wanê a bi Ewlehiya Bilind, bertek nîşannî helwesta polîsên ku ji nêz ve wêne û dîmenên wan kişandin û ew tacîz kirin dan.     Xizmên girtiyên nexweş û ên ku înfaza wan hatiye şewitandin di çarçoveya çalakiya xwe ya "Nobeda Edaletê" de ji bo ku daxuyaniyê bidin li hev kom bûn.  Di daxuyaniya ku hat dayîn de Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Wanê  Guldern Varli, Rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên navçeya Tuşbayê, Hevserokê Komeleya Lêkolînê ya Goçderê ya Serhedê Gulşen Kurt, Hevşaredara Tuşbayê Ayşe Mînaz a ku qeyûm tayînî şûna wê kirin jî cih girtin.   Li gel ku deriyê ketina girtîgehê ji aliyê leşkeran  ve hat dorpêçkirin, daxuyaniya ku hat xwestin bê dayîn jî bi hinceta qexeya Walîtiyê heye hat astengkirin. Di dema ku bi leşkeran re hevdîtin dihat kirin, leşker û polîsên ku bi telefonên xwe ji nêz ve wêne û dîmenê komê dikişandin û ew tacîz dikirin hatin şermezarkirin.    Xizmên girtiyan ji leşkeran re gotin, "Em ê wêneyên nasnameyên xwe bigirin û bidin we, hûn jî me wiha ji nêz ve tacîz nekin."