ROJEVA 24'Ê GULANA 2022'YAN 2022-05-24 09:00:00     *Siyasetmedaran li dijî şêrê ku bi hevkariya AKP-MHP û PDK’ê li hember Herêma Federal a Kurdistanê didome banga têkoşîna hevpar kirin û diyar kirin ku rêya derketina ji şer di avakirina paradîgmaya ekolojîk azadîxwaz a jinê ya demokratîk de ye. DÎMEN HEYE   *Hevseroka OHD’a Amedê parêzer Ozum Vurgun diyar kir ku berxwedanên li dijî tecrîdê divê bi girtîgehan sînor nemîne û got yekane tiştê tecrîdê ji holê rake azadî û hewldana azadiyê ye. DÎMEN HEYE   *Jinên siyasetmedar ên kurd têkildarî jinên bi destên erkdarên dewletê tên qetilkirin nirxandinên xwe parve kirin û gotin: "Pergala desthilatdar a mêr hêza jinê ya guherîn û vegûherînê dizane. Her ku têkoşîna jinê mezin dibe jî êrişên wan ên qirêj jî li hemberî jinê zêde dibe. Vê êrişa xwe jî bi destên polîsan û leşkeran dikin." DÎMEN HEYE   *Nûçegîhanê Ozgur Gundemê yê Bedlîsê Ferhat Tepe di binçavan de hatibû windakirin. Xwişka wê Ayşe Tepe Dogan axivî û got hîna jî dema li wênekêşa Ferhat dinêrin, nûçe, berxwedêrî û îdealîstiya wî dibînin. BI DÎMEN