Cenazeyê endama YJA-STAR’ê Zana piştî 9 mehan hat veşartin 2022-05-23 16:30:27   COLEMÊRG - Cenazeyê endamê YJA-STAR’ê Zana Kiliçoglu ku 9 meh beriya niha di şer de jiyana xwe dest dabû, li goristana Bajêrgeh a navçeya Geverê hat veşartin.     Di 5'ê tebaxa 2021'an de li gundê Tiloran ê navçeya Geverê Colemêrgê di navbera endamên HPG û Artêşa Tirk de şer derketibû û endama YJA-STAR’ê Zana Kiliçoglu (Zana Vejîn Gever) jiyana xwe dest da. Cenazeyê Zana piştî 9 mehan di bin dorpêça polisan de ji goristana bêkesan ya Colemêrgê hat derxistin û radestî malbatê we hat kirin. Şaredariya Colemêrga ku ji aliyê qeyûm ve tê birêvebirin wesayîta cenaze neda malbatê ku cenazeyê keça xwe bibe Geverê. Li ser vê malbatê cenaze bi derfetên xwe anî Gever.    Malbatê xwest cenazeyê keça xwe li goristana taxa Ormanê veşêre, lê Midûriyeta Polisan a Geverê bi hinceta ku "nikarin ewlehiyê bigirin" destûr neda ku malbata cenaze li vê goristanê biveşêre. Li ser astengiya polisan malbatê cenazeyê Zana bir li goristana Bajêrgeheyê ya li ser rêya Nexweşxaneya Devletê ya Geverê veşart. Polisan dora goristanê dorpêç kir û desûr nedan kesên ku hatibûn merasîma cenaze derbasî goristanê bibin. Polisan tenê destûr da ku malbata Zana tev li merasîma veşartina cenazeyê keça  xwe bibe.   Her wiha polîsan destûr neda ku rojnameger jî li goristanê dimên û wêneyan bikişînin.     Dayika Zana Gulsum Kiliçoglu, piştî veşartina keça xwe bertek nîşanî dorpêça polisan da û ev tişt got: "Ez nagirîm, serê min bilind e." Gulsum Kiliçoglu, ji bo polîsan jî got: Bicihimin ji vir herin. Hûn kê ditirsînin. Ev der axa şehîd Zana ye. Zana jî şehîdê vê axê ye. Her zarokek min wek Zana ye û wê zarokên min hemû jî bibin Zana."    Malbatê şîna xwe li taxa Cumhuriyetê danî û sersaxiyan qebûl bike.