Ji bo 6 jinên girtî cezayê qedexeya ragihandinê hat dayin 2022-05-23 15:52:09     ENQERE - Ji ber berzkirina dirûşmên ji bo Komkujiya Helebçeyê li Hevşaredara Qereyaziyê Melîke Goksû û 5 jinên din ên girtî cezayê ragihandinê yê mehekê hat birîn.    Ji ber Hevşaredara Qereyaziyê Melîke Goksû ya qeyûm tayînî şûna wê hat kirin jî di nav de, 6 jinên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê têkildarî Komkujiya Helepçeyê dirûşm berz kirine, cezayê ragihandinê yê mehekê li wan hat birîn. Yek ji malbata girtiyan Erol Goksû yê xwe gihand ajansa me diyar kir ku di 20’ê Gulanê de bi xwişka xwe re axiviye û xwişka wî ragihandiye ku mehekê nikarin bi telefonê biaxivin. Erol, da zanîn ku parêzer her tim diçin hevdîtinê lê her car destûrê nadin hevdîtinê û bi heman sedeman cezayê dîsîplînê didin girtiyan. Erol, bi lêv kir ku li dijî rewşê bi bertek in û tişta ji destê wan tê dê bikin û anî ziman ku li dijî zextan wê hemû mafên xwe yên demokratîk bikar bînin.