Saziyên Gel ên Şengalê: Yê ku bi ser keve gelê me ye! 2022-05-23 12:49:05     NAVENDA NÛÇEYAN - Bi pêşengiya Meclîsa Gel a Şengalê, bi tevlîbûna saz û dezgehên gel daxuyaniyek hat dayîn û wiha hat gotin: "Pêwîst e dewleta Iraqê rojek berê rojekî asîmanê xwe ji dewleta Tirk re bigire. Tevî van hemû êrişan gelê me yê welatparêz têkoşîneke bênavber dide."    Li dijî êrişên li hemberî Herêma Federal a Kurdistanê, bi pêşeniya Meclîsa Gel a Şengalê ve daxuyaniyek hat dayîn. Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Yekîtiya Ciwanên Êzidî, Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ), Şaredariya Gel a Şengalê, mamosteyên saziya ziman û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji hêla endamê PADÊ Elî Hisên ve hate xwendin.    Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Yê herî zêde rê ji dewleta tirk re vedike ku van cihan bombebaran bike hikumeta Kazimî û PDK ye. Pêwîst e hikumeta Kazimî û PDK helwesta xwe diyar bikin. Pêwîst e dewleta Iraqê rojek berê rojekî asîmanê xwe ji dewleta Tirk re bigire. Tevî van hemû êrişan gelê me yê welatparêz têkoşîneke bênavber dide. Yê ku bi serkeve gelê me ye. Em êrîşên li ser nahiya Çemçemal a Silêmanî jî şermezar dikin. Em wek gelê Şengalê sersaxî ji malbatê wan re dixwazin.”   Daxuyanî bi dirûşmeya “Bijî gelê me yê welatparêz, bimire îxanet” bi dawî bû.