31 kesên li dijî şer meşiyan û hatin binçavkirin, hatin berdan 2022-05-23 11:07:00     STENBOL - Ji 48 kesên li dijî êrişên li ser Zap, Avaşîn û Metînayê li Kolana Îstiklalê meşiyabûn û hatibûn binçavkirin, 31 jê hatin berdan. Tê payin ku 17 kes jî di nava rojê de derkevin dozgeriyê.    Kongreya Demokratîk a Gelan HDK), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), endamên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), li dijî êrişên hevpar ên AKP-MHP û PDK'ê yên li ser herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê do li Qada Tunelê hatin gel hevdu. Li vir meşiyan û dirûşmên "Bijî berxwedana Zapê", "Bijî berxwedana Avaşinê" berz kirin. Polîsan dora girseyê dorpêç kirin û gelek kes bi îşkenceyê kirin bin çavan.    31 kes serbest hatin berdan   Gelek rêveberên HDP'ê û Hevserokê Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Şahin Tumuklu jî di nav de 48 kes hatin binçavkirin. Do polîsan kesên binçav kirin, birin Muduriyeta Emniyetê ya Stenbolê ya li Kolana Vatanê. Li vir îfadeya 31 kesî hat girtin û serbest hatin berdan.     Dê 17 kesê derkevin dozgeriyê   Tê payin 17 kes bi sûcê "propagandaya rêxistinê" di nava rojê de derkevin dozgeriyê.