Zeyneb Murad: Xewna Tirkiyê ya Kerkûk û Bexdayê 2022-05-23 09:22:46     NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka KNK'ê Zeyneb Murad, diyar kir ku Tirkiye di êrişên xwe de bi Zap, Metîna û Avaşînê sînordar nemîne û got: "Di 2023'yan de sedsala tifaqa Lozanê pêşiya me ye. Tirkiye careke din dixwaze di vê sedsala nû de sînorên xwe berfirehtir bike û ew wîlayeta ku weke Musul dihat binavkirin careke din bixe bin desthilatdariya xwe."   Tirkiyeyê di 23'yê nîsana 2021'an de li dijî herêmên Federal a Kurdistanê operasyoneke berfireh dabû destpêkirin. Operasyona ku encam negirtibû careke din serî li konsepteke şer a nû kir. Di 15'ê nîsanê de piştî hevdîtina Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrur Barzanî ya bi Erdogan re, di 17'ê nîsanê de bi hevkariya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li hemberî Zap, Metîna û Avaşînê êriş hatin destpêkirin.    Derbarê geşedanên siyasî, êrişên li hemberî herêmê û armancên Tirkiyeyê de Hevseroka Kongreya Netewa Kurdistan (KNK) Zeyneb Murad axivî.    'Dixwaze herêmê dagir bike'   Zeyneb, diyar kir ku konsepta şer a ku hatiye amadekirin armanc dike ku hebûna kurd ji holê rake û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Stratejiyeke dewleta tirk a dirêj û bêdawî heye. Li gorî vê stratejiyê planên xwe çêdike.Yek ji vê planê jî plana şer e. Niha konsepteke şer xistine dewreyê. Yek ji vê jî herêmê Zap, Metîna û Avaşî ne. Nêzikî salekî zêdetire li herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê êrişên hene. Ev operasyon heta demekî berdewam kir lê bi berxwedaneke bêhempa û piştgiriya gel nekarin vê planê bi cih bikin. Di meha nîsanê de ev şere careke din berfireh hat destpêkirin. Bi çekên giran ji hewayî û bêjahî êriş dike. Êdî aşkereye ku Dewleta Tirk bi hinceta PKK'ê dixwaze vê herêmê bi giştî dagir bike. Dixwaze xewn û xeyalên xwe yên di Împaratoriya Osmaniyan bi cih binin û sînorên xwe berfireh bikin û vegere sînorên ku di nav Mîsak-Î Mîllî hatine destnîşan kirin."   'Li ber çavên cîhanê Kibris hat dagirkirin'   Zeyneb, da zanîn ku ji aliyê din di sala 2023'yan de sedsaliya tifaqiya Lozanê heye û wiha bi lêv kir: "Tirkiye careke din dixwaze di vê sedsala nû de sînorên xwe berfirehtir bike û ew wîlayeta ku weke Musul dihat binavkirin careke din bixe bin desthilatdariya xwe de. Herkes jî dizane û jibîr nake ku Tirkiyeyê di sala 1974'an de jî Kibris li ber çavê cîhanê dagir kir. Dixwaze hemû tiştî li ser Kurdistanê jî bike. Di roja îro de dixwaze Kurdistanê ji bo nûkirin û zindîkirina xeyalên xwe yên Osmaniyê bi taybet axa Başûr û Rojavayê Kurdistanê bixe bin xeta xwe. Bêgûman Dewleta Tirk tenê bi van herêman sînordar namîne. Ji xwe ev herêm herêmên stratejîkin. Çima Dewleta Tirk di dagirkirina Zap, Metîna û Avaşînê de bi israre? Çimkî ev herêmên stratejîk in. Ji xwe ev herêm Başûrê Kurdistanê jî derbas dike. Di nav van xewn û xeyalên Tirkiyeyê de Kerkûk jî û Bexda jî hebû. Ev ê dewleta tirk bi awayeke aşkere tîne ziman. Loma ne tenê Gelê Kurd hemû gelên din û pêkhateyên herêmê li hemberî vê dagirkeriyê bi bertek in."   'Statûya başûrê Kurdistanê nas nakin'    Zeyneb Murad, anî ziman ku Tirkiye ji şerê Ukrayna û Rusyayê de sûd digire û wiha bal kişand ser mijarê: "Dewleta Tirk ji bo ku di vî şerî de encamek bigire her tiştekê xwe seferber kiriye. Çimkî em dibînin niha di cîhanê de şer heye û aloziyek heye. Şerê Rusya-Ukrayna ku tevî NATO tê de heye Dewleta Tirk dixwaze ku li vê herêmê ji vî şerî sûd bigire. Divê Gelê Kurd metirsiyarî nêz bibe û hesasî nêzî van êrişan bibe. Dewleta Tirk û rayedarên wî bi awayeke aşkere tînin ziman ku başûr û rojavayê Kurdistanê weke perçeyeke welatê xwe pênase dike. Ji xwe Kerkûkê weke beşeke wîleyeta xwe ya 82'emîn pênase dike. Wîleyeta Musul û navçeyên hemû başûrê Kurdistanê heya ku Kerkûk jî di nav de weke axa xwe pênase dikin. Loma statûya başûrê Kurdistanê nas nakin. Ji xwe naxwazin ku statûya kurdan hebe. Bi taybetî plana Dewleta Tirk ew e ku statûya başûrê Kurdistanê û federasyona ku li wir heye hilweşîne. Rayedarên Dewleta Tirk vê yekê bi awayeke aşkere tînin ziman. Erdogan û dewleta wî heta niha yek carê navê Kurdistan neaniye ziman. Wê peyvê ew nikarin bînin ziman. Di vê de xuya dibe ku beşeke wîleyateke Împaratoriya Osmaniyan e. Vê naveşêrin û raste rast dibêjin. Lê mixabin li hemberî van kirinan heta niha rayedarên başûrê Kurdistanê helwestek nîşan nedaye. Bi maskeyê bazirganiyê dixwazin rewatiyê bidin dewleta tirk. Ew dixwazin rûyê Erdogan spî nîşanî cîhanê bidin û bibêjin ku 'Erdogan ne dijminê kurdan e, em bi wî re radibin û rûdinin'. Ev trafîka çûyîn û hatina Tirkiyeyê jî ev bû. Loma weke hevkar û şirîk tê ditin." 'Bazirganiyeke qirêj tê meşandin'    Hevseroka KNK'ê Zeyneb, bal kişand li ser nefta li başûrê Kurdistanê û got ku şerê Tirkiyeyê li ser wê ye û ev tişt got:" Herkes sedemê şerê Ukrayna û Rusyayê dizane. Niha temînkirina enerjîyê ji aliyê Rusyayê ve hatiye sekinandin. Ev jî di nava hemû welatan de bûye aloziyekî mezin. Herkes dizane ku axa Kurdistanê dewlemend e. Bin erdê wî hemû nefte. Dewleta Tirk jî dixwaze ji vê sûd bigire. Bi tifaqên qirêj van boruyan bazirganiya bike. Dixwaze bi tifaqiya dualî di vî karî de encam bigirin. Ev bi xwe ji xeteriyeke mezin re derî vedike. Niha di nava hîzbên siyasî de nêrazîbûneke gelek mezin heye. Niha li ser vê mijarê di navbera YNK û PDK'ê de aloziyek heye. Dîsa li ser heman mijarê di navbera hikûmeta Iraq û herêmê de alozî heye. Niha nêrazîbûneke gelek mezin heeye. Çima? Çimkî li ser berjewendiyên netewî hesabên mezin tên kirin. Ev nayê qebûlkirin. Niha di bin navê karê dîplomasî de bi Tirkiyeyê re bazirganiyeke qirêj tê meşandin. Îro barê Kurdistanê gelek giran e. Ew welatê ku bi sedan hezar şehîd û girtî hene û her wiha deskeftî hene xeterê de ye. Di roja me ya îro de bi bazarên pir erzan û qirêj xeteriyê de ye."   'Li Iraqê siyasetek parçebûyî heye'    Zeyneb, di axaftina xwe de bal kişand ser êrişên li hemberî Şengalê û got: "Êrişên li ser Şengalê konsepteke vî şerî ye. Ev berdewamiya Peymana 9'ê cotmehê ye. Dixwazin  îradeya civaka me ya êzidî bêparastin bihêlin. Êrişên li ser Şengalê her çiqas ji aliyê Artêşa Iraqê hatibin kirin jî tiliya PDK'ê û Tirkiyeyê tê de heye. Ev operasyona ji aliyê Nînova ku Musule ew jî di bin desthilatdariya dewleta Tirkiyeyê de ye. Ev e rastiyeke. Dewleta Tirk raste rast bi îstîxbarata xwe li ser Musulê çêkiriye. Çimkî heta niha bi dehan baregehên Tirkiyeyê danîne. Ji Başîka bigire heta deverên din hem îstîxbaratî û hem jî leşkerî bandora Dewleta Tirk heye. Bi sedema vê bandorê em dibînin ku hem bejahî û hem jî hewayî êrişî Şengalê dike. Niha rastiyek heye ku li Iraqê aloziya hikûmetê heye. Li Iraqê ev 8 meh in hikûmet nehatiye damezirandin. Loma biryara van êrişan PDK û Tirkiye didin. Çimkî di Iraqê de siyasetek perçebûyî heye. Di heman demê de li herêma Kurdistanê de jî perçebûyinê dijin. Ev parçebûn jî dibe sedem ku destê Dewleta Tirk xurtir bibe."   'Şerê mayîn û nemanê heye'   Zeyneb Murad, da zanîn ku çawa heta niha berxwedaniyek hebû wê niha pê ve jî wê berxwedanê bi ser keve û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Civaka me ya êzidî hemû wê ji van êrişan re bibin bersiv. Divê ku em wan tenê nehêlin. Erk û berpiryariyeke netewiye ku em xwedî lê derbikevin. Herkes deyndarê vê civakê ye. Di asta însanî û cîhanî de herkes berpirsyare ku rê nedin van êrişan. Îro ne tenê kurd, asurî, keldanî, sûryanî jî di xetereyê de ne. Ji ber wê erkeke netewiye ku em li hemberî vê dagirkeriyê bisekinin. Divê em eniyeke navnetewî û niştimanî ku ji hemû pêkhatan pêk tên ava bikin û destûr nedin ku dagirkerî derbas bibe. Çimkî ne tenê ji bo Gelê Kurd ji bo hemû aliyan şerê mayîn û nemanê ye."