Jinên Êzidî êrîşên dewleta Tirk şermezarkirin 2022-05-22 16:05:39     NAVENDA NÛÇEYAN - Bi pêşengiya TAJÊ Jinên Êzidî li hev civiyan û êrîşên Dewleta Tirk ên li ser Silêmanî, Çemçemal, Mexmûr û Herêmên Parastinê yên Medyayê bi daxuyaniyeke çapemeniyê şermezarkirin. TAJÊ diyar kir ku êrîş bi çekên NATO’yê tên kirin û banga rawestandina êrîşan kir.   Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) li dijî êrîşên li ser Silêmaniyê, Çemçemal, Kampa Penaberan a Mexmûrê û Herêmên Parastinê yên Medyayê daxuyaniyek da çapemeniyê. Gelek jinên êzidî yên di daxuyaniyê de amadebûn, banga nedayîna çekan ji bo Tirkiye li hêzên navnetewî kirin û piştgiriya wan a ji bo Tirkiyeyê şermezarkirin.   Daxuyanî li meclîsa TAJÊ ya li Şengalê, ji aliyê Endama Koordînasyona TAJÊ Neam Bedel ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de êrîşên dewleta tirk ên li ser Silêmanî û Mexmûrê hatin şermezarkirin û wiha hate gotin: “Dewleta Tirk bi çekên NATO êrîşî wargeheke penaberan dike. Di bin çavdêriya hikumeta Iraqê û hikumeta Herêma Kurdistanê de balafir  li kampê didin. Dîsa li Zapê li hemberî gerîla çekên qedexekirî bikaranîn. Ev ne însanî ye û hemû dewletên navneteweyî ji van êrîşan berpirsyar in. Ev meheke ku çekên qedexekirî li Zapê, Metîna û Avaşîn tên bikaranîn.”   ‘Di bin çavdêriya Barzaniyan de Başûr dagir dikin’   Di daxuyaniyê de her wiha rol û berpirsyariya PDK’ê û bi taybet malbata Barzanî jî hate destnîşankirin û ev peyam hate dayîn: “Dewleta tirk êrîşê Rojavayê Kurdistanê, Mexmûrê dike. Di bin çavdêriya malbata Barzaniyan de Başûrê Kurdistanê dagir kiriye û naxwaze kurd bi ser kevin. Lê çi bikin jî wê gel bi ser keve.”