ÎHD û xizmên windayan qurnefîl avêtin behrê 2022-05-21 15:38:42   ÎZMÎR - ÎHD û xizmên windayan ji bo "Hefteya Windayan a Navneteweyî" daxuyanî dan.    Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê, ji ber “Hefteya Windayan a Navneteweyî” li pêş Sumerbanka kevin daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankartên “Winda wijdan in xwedî lê derkeve” û “Kiryar diyar in winda li ku ne” hatin vekirin û wêneyên kesên winda hatin hilgirtin. Di daxuyaniya bi awayekî sembolîk pêlavên jin û mêran danîn erdê, qurnefîlên sor jî danîn erdê. Gelek nûnerên sazî û partiyên siyasî beşdarî daxuyaniyê bûn.    Dîroka têkoşînê û mînakên windayan ên di cîhanê de   Serokê Şaxa ÎHD’a Îzmîrê Zafer Încîn, bi lêv kir ku windahiyên di binçavan de polîtîkayeke dewletê ye û di heman demê de êrişeke li ser muxalefeta civakî ya sîstematîk e. Zafer, bi bîr xist ku kesên di bin çavan de zêdetir bi îşkenceyê hatine qetilkirin, li dereke veşartî hatine veşartin, cenazeyên wan ji holê hatine rakirin û dîroka têkoşînê û mînakên windayan ên di cîhanê de vegot.   'Em ê tu car dest ji têkoşînê bernedin'   Zafer, da zanîn ku li gorî daneyên ÎHD’ê nêzî hezar û 400 mirovan di bin çavan de hatine windakirin û qismekî wan di goristanên bêkesan qismekî wan jî di gorên komî de hatine veşartin. Zafer, bi lêv kir ku hêj 800 mirovên ku aqubeta wan nediyar in hene û wiha got: “Em careke din dubare dikin, dest ji polîtîkayên înkar, bêcezatî û demboriyê berdin. Em hestiyên mirovên we di bin çavan de windakirine dixwazin, dixwazin ku goreke wan hebe. Em dixwazin kesên windayên me windakirine bên darizandin û bi dîroka xwe ve hevrû bibin. Em ê tu car dest ji têkoşînê bernedin.”   Qurnefîl avêtin behrê   Piştî çalakiya rûniştinê ya 10 deqîqeyan girse ji pêş Sumerbanka kevin heta perava Konakê meşiyan. Girseyê qurnefîlên di destê xwe de avêtin behrê û çalakî bi dawî kirin.