Malbata Şenyaşar: Dayikek li dijî gefa kiryarên nediyar li ber xwe dide 2022-05-21 14:09:07   RIHA - Emîne û Ferît Şenyaşar Nobeda Edaletê ya li ber edliyeya Rihayê dewam kirin û gotin:"Dayikek li dijî gefa kiryarên nediyar li ber xwe dide."   Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê daye destpêkirin di roja 439’emîn de didome. Malbatê ji ber dawiya hefteyê ye çalakiya xwe ya nobetê li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê domand. Malbatê li ser hesabê xwe ya medyaya dîjîtal banga “Edaletê” kir.    'Dayikek li dijî gefa kiryarên nediyar li ber xwe dide'   Malbatê li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal gotina “Malbata Şenyaşar li edaletê digere” etîket kir û ev peyam parve kir: “Dayikek ji bo malbata xwe ya hatiye qetilkirin li pêş edliyeyê li edaletê digere. Li dijî gefa kiryarên nediyar li ber xwe dide. Niha divê ji bo edaletê li dijî hemû zext û gefan li ber xwe bê dayîn û piştevanî bê kirin. Ji ber ku edalet wê bi yekbûna kesên wê dixwaze re pêk were.”