Ciwanên HDP'yî: Em ê vê îktidarê bişînin 2022-05-21 13:17:59   MÊRDÎN - Ciwanên HDP'yî girtina 10 kesên ku endamên Meclîsa Ciwanên HDP'ê jî di nav de bûn şermezar kirin û gotin:"Em careke din diyar dikin ku êriş wê encam negirin. Hûn ê nikarin me bitepisînin û teslîm bigirin. Em ê vê îktidarê bişînin."   Meclîsa Jinên Ciwan û Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) girtina 10 kesên ku endamên Meclîsa Ciwananên HDP’ê jî di nav de bûn li pêş avahiya HDP’a Mêrdînê bi daxuyaniyekê şermezar kirin. Gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Ciwanan di daxuyaniyê de pankarta “Ciwanan li ber xwe dan, ciwan li ber xwe didin, ciwan wê li ber xwe bidin. Em ê teqez bi ser bikevin” vekirin. Metna daxuyaniyê Rêzan Kaya xwend.    Rêzan, da zanîn ku konsepta şer a desthilata AKP’ê û MHP’ê bi “Plana Çokdanînê” li dijî gelê kurd û hêzên demokrasiyê da destpêkirin îro jî bi zext, ferzkirina sîxûrtî, binçavkirin û girtinên ciwanan dide domandin. Rêzan, bi lêv kir ku desthilata AKP’ê û MHP’ê ciwanan weke gefa herî mezin a li dijî desthilata xwe dibîne.    'Em ê vê îktidarê bişînin'   Rêzan, anî ziman ku konsepta ku desthilatê li dijî kurdan, hêzên demokrasiyê, siyaseta demokratîk û gelan xistiye dewrê ji aliyê ciwan û gelên di 8’ê Adarê û Newrozê de daketin qadan ve hate hilweşandin û diyar kir ku ji ber vê yekê endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’ê hedef tên girtin. Rêzan, bang li desthilatê kir ku dest ji polîtîkayên tepisandina ciwanan berde û wiha got: “Li qadên Newrozê binêrin, hûn ê me û hêza me ya rêxistinkirî bibînin. Em careke din diyar dikin ku êriş wê encam negirin. Hûn ê nikarin me bitepisînin û teslîm bigirin. Em ê ciwan vê desthilatê bişînin û jiyaneke nû ava bikin.”   Daxuyanî bi berzkirina dirûşm û çepikan bi dawî bû.