Hunermenda kurd Zelal Gokçe hat berdan 2022-05-20 16:15:18   STENBOL - Hunermenda kurd Zelal Gokçe ya li balafirgeha Stenbolê hat binçavkirin, hat berdan.   Do di saetên şev de hunermenda kurd Zelal Gokçe li balafirgeha Stenbolê hat binçavkirin. Bi kîja hincetê Zelalê hatibû binçavkirin nehatibû gotin û ne diyar bû ku polîsan Zelalê biribû ku derê. Hevalên Zelalê ji ser hesabên xwe yên medyaya dîjîtal ragihandibûn ku Zelalê hatiye binçavkirin û xeberê jê nagirin.     Îfade da   Di saetên pêş de jî nehat hînbûn Zelalê ji bo çi hatiye binçavkirin û hevalên wê li ser hesabên xwe yên medyaya dîjîtal ragihandin ku Zelalê hatiye berdan. Her wiha ragihandin ku Zelalê birine Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê.