Malbata Şenyaşar: Gava duyemîn hat astengkirin 2022-05-17 12:49:15     RIHA - Malbata Şenyaşar diyar kir ku ji bo doza qetlîamê avêtina gava duyemîn tê astengkirin û got: “Em çareseriyê dixwazin.”    Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar û lawê wê Ferît Şenyaşar a ji 9’ê Adara 2021’an ve li ber Edliyeya Rihayê dane destpêkirin, di roja 435’emîn de berdewam dike. Malbat wek her roj serê sibê ji navçeya Pirsûsê hat ber edliyê û li “Kuncika edaletê ya Malbata Şenyaşar” nobed da destpêkirin.    Malbatê li ser hesabê xwe yê Twitterê, Wezareta Dadê etîket kir û vê peyamê belav kir: “Her kes di ferqa her tiştî de ye. Dozgeran 4 sal piştî qetlîamê gavek hiqûqê avêt. Lê avêtina gavê duyemîn hat astengkirin. Em ji bo vê neheqiya li Rihayê didome #Çözümİstiyoruz #EmÇareseriyêDixwazin, edaletê dixwazin…”