ROJEVA 17'Ê GULANA 2022'YAN 2022-05-17 09:00:00   *Tevn a ku berhemeke destan a gelekî kevnar e bi keda jinê hatiye parastin. Cîhan Yosef a ku heta dema îro jî çanda tevnê didomîne wiha got:"Ev nêzî 40 salî ye heye ez tevnê çêdikim. Me bi çêkirina tevnê debara xwe dikir. Ez pir hînî vî karî bûme û ez gelekî jê hez dikim. Nikarim jê qut bibim." DÎMEN HEYE   *Parêzer Asli Pasînlî diyar kir ku 28’ê Adarê ku runiştina der barê Peymana Stenbolê ya li Daniştayê hatiye dîtîn rojek dîrokî bûye û da zanîn ku di hezîranê de di rûniştên wê li pey hev bên dîtin de jin wê dîsa gotina xwe bêjin. DÎMEN HEYE   *Aborîst Guldem Atabay da zanîn ku krîza aborî bi salane hêdî hêdî hatiye mezin bûye û got: “Neçareseriya pirsgirêka kurd aboriya Tirkiyeyê daxist jêr. Li şûna çareseriya pirsgirêka kurd bi mudaxaleyên leşkerî hewl dan bigirin bin kontrolê. Lê êdî qiral taziye. Şaşî tên dîtin û ji vir veger jî zehmete. Divê ev pergal biguhere.” BI DÎMEN   *Jinên Silopiyayê bertek nîşanê qetîlkirina Sakîne Kulter a ji hêla Serokê Ocaxên Tevgera Taybet a Şirnexê Îbrahîm Barkin dan û destnîşan kirin ku li herêmê hêzên paramîlîter jinên kurd hedef digirin û bang kirin ku divê li dijî qetîlkirina jinan û polîtîkayên şer ên taybet têkoşînek bi rêxistinbûyî were dayîn. BI DÎMEN    *Jinan diyar kirin ku bi GBT’ê dikarin bikevin gundê wan yên di ‘Herêma Ewlehiya Taybet’ ya Colemêrgê de dimîne û her wiha gotin axa wan ji destê wan tê girtin û vediguherînin qada leşkerî û gotin: “Em dixwazin wek berê derkevin zozanan û sewalên xwe xwedî bikin. Em dixwazin leşker ji gundê me derkevin." DÎMEN HEYE   *Rêvebera TAJÊ Sebîha Sebrî, anî ziman ku bedel çi bibe bila bibe wê jinên êzidî Şengalê radestî dagirkeran nakin û wiha got:" Ê ku xewn û xeyalên wan di qirika wan de hiştin jinên êzidî bûn. Em ê destûr nedin ku dagirker bikevin Şengalê."