Jinan xwest kujerê Pinar Gultekîn bê cezakirin 2022-05-16 16:38:04     ÎZMÎR - Beriya 12'yemîn danişîna doza Pinar Gultekin, Platforma Ji bo Pinar Gultekîn Edalet, daxuyaniyek da û banga pêkanîna edaletê kir û got: "Kujer ji daraza mêr hêze digire. Ji ber polîtîkayên bê cezahiştinê kujer di nava civakê de digerin. Em dixwazin kujerê Pinar bê cezakirin."   Xwendekara zanîngehê Pinar Gultekin li Muglayê di 21'ê tîrmeha 2020’an de hat qetilkirin. Beriya 12'yemîn danişîna doza kujer Cemal Metîn Avci Platforma Ji bo Pinar Gultekin Edalet daxuyaniyek da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankarta "Ji bo Pinar Gultekin edalet, divê kiryarên jinan bên darizandin" hat vekirin. Di daxuyaniyê de dirûşmên "Ne edaleta mêr, edaleta rasteqîn", "Pinar Gultekîn sedema serî rakirinê ye", “Şefîka Gultekîn ne bi tenê ye", “Jin jiyan azadî” û “Bijî tekoşîna jinan” hatin berzkirin.    Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Esengul Demîr, parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê Serpîl Kemalbay, dayika Denîz Poyraz a ku li avahiya Rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê hatî qetilkirin Fehîme Poyraz û çalakvanên "Nobeta Edaletê" yên Îzmîrê tevlî daxuyaniyê bûn. Li ser navê platformê Rozana Urkun daxuyanî xwend.    Beriya daxuyaniyê Serpîl Kemalbay axivî û got: "Çend faîl derket holê jî hêj jî edalet pêk nehatiye. Bi biryara yek kesî Peymana Stenbolê hat betalkirin. Ev tişt hat wateya rê li ber vekirina şîdetê bû. Bi zelalî dewlet şîdeta li hemberî diparêze. Denîz Poyroz ji hêla merekî ve hat kuştin, dayika Pinar Şefîka jî tê darizandin. Ev daraza mêr e û em qebûl nakin. Em nezîkatiya şandeyê qebûl nakin. Cihê kuştin pêk hatî û hemû delilên sûc ji holê tê rakirin. Lê em naxwazin kujer bên parastin. Em dixwazin hemû faîl ceza bigirin. Edaleta mêr tenê tenê piştevaniya mêran dike. Her wiha Sakîne Kultur, li Şirnexê bi hovane hat kuştin. Lê em dibînin ku li pişt kujer edaleta mêr û dewlet heye. Gelo Ocaxên Tevgera Taybet tê çi wateyê? Ev kes çawa qetîamek wisa dike."   Piştrî Serpîl Esengul Demîr axivî û wiha bal kişand ser doza Pinar Gultekîn: "12 danişîne hêj kujer nehatiye cezakirin. Em kesên ku kujer diparêzin, pergala serdest a mêr deşîfre dikin. Em daxwaz dikin ku kujerê Pinar Gultekî û hemû kujerên jinan bên darizandin. Em her tim şopdarê wan dozan bibin."   Rozana Urkun jî piştî axaftina Esengul metna daxuyaniyê xwend û got: "Kujer Cemal Metîn Avci, hevkarî wî Mertcan Avci û yên din divê bên cezakirin. Em ê her tim daxwaza xwe ya pêkanîna edaletê bikin. Di her danişînê de em dibînin ku bi pergalî danişîn tê taloqkirin. Dadger alîgir e. Diyar ke ku kujer bi tena serê xwe Pinar nekuştiye. Li mala ku bûyer pêk hatî birayê wî Mertcan Avci jî hebûye. Malbata Cemal Metîn Avci hewl dan ku delîlan ji holê rakin. Ligel vê û îtîrazên ku hatî kirin derbarê Mertcan Avci û mabatê de heta niha tiştek nehatiye kirin."    Rozana, destnîşan kir ku kujer ji daraza mêr hêzê digire û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Kujerên ku ji daraza mêr hêz digire, di dadgehê de dibêje 'Baş e ku Peymana Stenbolê hat rakirin'. Ji roja ku peyman hatî betalkirin heta îro kujer bê tirs tevdigerin. Ji ber polîtîkayên bê cezahiştinê kujer di nava civakê de digerin. Em dixwazin kujerê Pinar bê cezakirin. Her wiha em ê jî li her qadê têkoşîna xwe bidomînin."    Çalakiya jinan piştî axaftina nûnerên saziyan ên endamên platformê, bi dirûşmeyan bi dawî bû. erdi.