Komîteya Koçberên Serêkaniyê: Dagirkirin li pêş çavên cîhanê pêk tê 2022-05-16 12:25:20   NAVENDA NÛÇEYAN - Komîteya Koçberên Serêkaniyê, bi daxuyaniyek bal kişand ser polîtîkayên penaberan a Dewleta Tirk û got: "Avakirina avahiyên li herêmên ku Dewleta Tirk dagir kirine, gaveke talûke. Bêdengiya civata navneteweyî ya li hember avakirina avahiyên mêtîngeriyê jî îsbat dike ku ew ji erkên xwe yên qanûnî û mirovî xwe dide alî."   Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan di 3`yê Gulanê de ragihand ku welatê wî amade ye projeya avahiyên mêtîngeriyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê; Efrîn, Ezaz, Bab, Cerablus, Girê Spî û Serêkaniyê ava bike û milyonek penaberên sûrî li wan herêman bi cih bike. Ji bo şermezarkirina siyasetên guhertina demografiyê, Komîteya Koçerên Serêkaniyê daxuyaniyek da. Komîteyê muzakereyeke fermî radestî Komîseriya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya Penaberan a li Qamişlo kir. Emdamên Komîteya Koçberên Serêkaniyê Reyan Exte, Rîhan Xelîl û Lîlav Şêxmûs bi zimanên erebî, kurdî û înglizî daxuyanî xwend. Daxuyanî li pêşiya avahiya Komîseriya Bilind a NY`yê ya Penaberan a li Qamişloyê hat xwendin.   Di daxuyaniyê de wiha hat gotin;    "Bêdengiya civata navneteweyî li hember avakirina avahiyên mêtîngeriyê li herêmên dagirkirî, îsbat dike ku ew ji erkên xwe yên qanûnî û mirovî xwe dide alî.”   Ji dema AKP`ê hatiye ser desthilata Tirkiyê di dawiya 2002`yan de, hewl da sûdê ji guhertinên li Rojhilata Navîn bigire. Ji ber wê destek da şepêlên îxwanan yên tundraw û rêxistinên terorîst û çarçoveyeke siyasî, lojistîk û leşkerî ji wan re peyda kir. Her wiha dest li kar û barên herêmên din werda, da ku axa dewletên cîran dagir bike û tev li axa xwe bike. Ligel wê li hin dewletên herêmê baregehên leşkerî ava kir.   Amadekariyên Tirkiyê yên pêkanîna projeyên avahiyên mêtîngeriyê li herêmên dagirkirî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê didome. Ev planên ku piştî dagirkirina rûbera 9 hezar km ji xaka Sûriyê, li pêş çavên cîhanê pêk tên.   Dewleta Tirk ji vê yekê armanc dike, cografiya Sûriyê ya dagirkirî tev li Tirkiyê bike, dîrok û demografiya wê biguherîne û di pêşerojê de wan herêman ji danûstandinên têkildarî dosyaya Sûriyê dûr bixe.   Em siyasetên guhertina demografiyê şermezar dikin û wek talûke dibînin, polîtîzekirina doza penaberan û bikaranîna wan ji bo bidestxistina destkeftiyên siyasî û rewakirina dagirkeriyê li wan herêman hesiband.   Em bang li civata navneteweyî, Amerîka, Rûsya û rêxistinên navneteweyî dikin ku demildest destwerdanê bikin û van projeyên mêtîngeriyê rawestînin ku dagirkerî û mêtîngeriyê mayende dikin û aştiyê têk dibin, koka şêniyên resen diqelîne, rê li pêşiya vegera wan digire û zemînê şerên navxweyî li herêmê di pêşerojê de amade dike."