Ji ser komkujiya Hewlêrê 25 sal derbas bûn 2022-05-16 11:18:26   NAVENDA NÛÇEYAN - Ji ser komkujiya Hewlêrê ya bi destên Tirkiye û PDK'ê hat kirin ve 25 sal derbas bûn. Di komkujiya Hewlêrê de 83 kes hatin qetilkirin. Yek ji şahida wê demê Rotînda Engîn wiha got:"Gelek kesên piştî komkujiyê hatin binçavkirin jî hatin windakirin. Ne komkujî hate ronîkirin û ne jî faîlên wê hatin darizandin. "   Tirkiyeyê bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), di 14’ê gulana sala 1997’an de li dijî Herêma Federal a Kurdistanê dest bi êrişeke berfireh kiribû. Di dema êriş berdewam dikirin de PDK’ê di 16’ê Gulana heman salê de li Hewlêrê komkujiyeke mezin pêk anî û 83 kes hatin qetilkirin. Ji ser Komkujiya Hewlêrê re 25 sal derbas bûn. Li gel hêzên taybet ên PDK’ê, 35 hezar leşkerên tirk ku di bin navê “Hêza Aştiyê” de veguhestibûn herêmê, di 16’ê Gulana sala 1997’an de nexweşxaneya Dezgay Jiyan û Awedan (DJAK) a Heyva Sor a Kurdistanê jî di nav de, êrişî gelek sazî û dezgehan kirin. Di êrişa ser Nexweşxaneya DJAK’ê de 9 gerîlayên PKK’ê yên birîndar hatin gulebarankirin û qetilkirin.    Bi êrişa Tirkiye û PDK'ê 83 kes hatin qetilkirin   Di heman saetan de Navenda Giştî ya YNDK’ê, Şaxa Navenda Çanda Mezopotamyayê ya Hewlêrê, Nûnertiya PKK’ê, Yekitiya Jinên Azad a Kurdistanê (YAJK) û rojnameyên Welat û Welatê Rojê jî rastî êrişên giran hatin û hatin gulebarankirin. Di encama êrişa Tirkiye û PDK’ê de 83 kes hatin qetilkirin. Piştî êrişan jî pêla girtin û binçavkirinê dest pê kir û bi mehan berdewam kir.    Bersûcên komkujiyê nehatin darizandin   Tê gotin ku kesên di komkujiyê de hatine qetilkirin li herêma Mamel Qîr di goreke komî de hatine veşartin lê belê cenazeyên wan radestî malbatên wan nehatin kirin û cihê gorên wan jî nehatin aşkerakirin. Gelek kesên piştî komkujiyê hatin binçavkirin jî hatin windakirin. Ne komkujî hate ronîkirin û ne jî bersûcên wê hatin darizandin.    Yek ji şahidên Komkujiya Helebçeyê Rotînda Engîn ku di komkujiyê de bi birîndarî xelas bûbû, di sala 2017’an de ew pêvajo bi Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) re vegotibû.    Di 16'ê Gulanê de jî komkujî kir   Rotînda, diyar kir ku li ser erêkirina PDK’ê û li gorî lihevkirina di navbera aliyan de li Hewlêrê bûn û wiha got: “Artêşa tirk di 14’ê gulana sala 1997’an de li dijî hêzên PKK’ê yên li Başûrê Kurdistanê dest bi êrişê kir. Pêşiya êrişê, PDK’ê zexta xwe ya li ser kadroyên PKK’ê yên ku bi destûra wê li Hewlêrê diman giran kir. Di 16’ê Gulanê de jî komkujî kir. Êriş û komkujî li ser bingeha konsepteke hevpar hatibû amadekirin. Wê demê ez hê nû bûm û min texmîn nedikir ku dê xiyaneteke di vê astê de çêbibe. Di esasê xwe de wê demê têkiliyên di navbera PKK û PDK’ê de heta astekê baş bûn. Heta gihiştibûn asteke wisa ku PKK’ê li Hewlêrê nûnertiya xwe vekiribû. Li Hewlêrê gelek hevalên me yên birîndar û gazî hebûn. Nêzî 50 hevalên me li nexweşxaneyê bûn. Tevek jî birîndar bûn. Jixwe anîna hevalên birîndar a li vê derê jî di encama lihevkirina bi PDK’ê re hatibû kirin. Bi destûra wan ev hevalên me dihatin dermankirin.”    'Beriya operasyonê, liv û tevgera li nexweşxaneyê zêde bûbû'   Bi domdarî Rotînda, anî ziman ku heta wê demê jî têkiliyên bi PDK’ê re baş bûn û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tirkiyeyê di 14’ê gulana 1997’an de bi îdiaya ‘Hêza Aştiyê’ li dijî herêmê dest bi êrişê kir. Di erafeya komkujiyê de PDK’ê li kolanên Hewlêrê dest bi nêçîra endamên PKK’ê kir. Beriya komkujiyê hinek geşedan çêbûn. Du hefte beriya operasyonê jî çendek hevalên birîndar hatibûn. Dema tedawiya wan li nexweşxaneyê didomiya, guherîna di nêzikatiya PDK’ê de berbiçav bû. Hevalên birîndar bêyî narkoz dihatin emeliyatkirin. Ez bi xwe jî birîndar bûm û ji bo tedawiyê li nexweşxaneyê bûm. Bijîşkan got ku dê ji mejîpişt parçeyekî bigirin. Hinek kesên li nexweşxaneyê bi tirkî diaxiviyan hebûn. Îxtîmalek mezin endamên MÎT’ê bûn. Vê yekê bala min kişand. Beriya niha me kesên wiha qet nedîtibûn. Du hefteyan beriya operasyona 14’ê gulanê, liv û tevgera li nexweşxaneyê jî zêde bûbû. Hejmara kesên bi tirkî diaxiviyan zêde bû. Hinek yekîneyên kontra ku MÎT’ê bi rêxistin kiribûn li wir bûn. Derziyek giran bo min danîn. Ji bo ku vê derziyê nedeynin min gelek li ber xwe da lê birîndar bûm û min pê nekarî. Piştî derzî jî kef ji devê min hat. Hêj ez ser negihiştibûm bê ka çi diqewime ku derziyeke din danîn. Bi vê yekê re ketim erdê û di cihê xwe de cemidîm.”    'PDK'ê li Hewlêrê şoreşgerên kurd qurbanî Tirkiyeyê kir'   Di berdewamê de Rotînda, da zanîn ku di hevdîtinên bi PDK’ê re hatine kirin de PDK’ê tu carî ji wan re negotiye “Ji Hewlêrê derkevin” û wiha domand: “Hem tedawîkirina hevalên birîndar û hem jî vekirina saziyan bi awayekî fermî dihat kirin. Ji ber yekitiya kurdan û hevkariya wan, me ev geşedan gelek bi erênî dinirxandin. Lewma em li benda tiştekî wiha nebûn. Dema helwesta wan hişk bûyî jî me wateyeke wiha nedayê. Lê dema niha lê dinihêrim, dibînim ku têkiliyeke pir qirêjî ya PDK’ê bi dewleta tirk re heye û ev helwest li ser tifaqan diguhere. Di esasê xwe de PDK'ê li Hewlêrê şoreşgerên kurd qurbanî Tirkiyeyê kir û pêşkeşî wan kirin.”    'Nêzî 100 şoreşgerên birîndar qetil kir'   Rotînda, destnîşan kir ku komkujî bi hevkariya PDK’ê hate kirin û wiha pê de çû: “Xiyaneteke berbiçav bû. Îcar li Hewlêrê û ser re jî li nexweşxane û saziyên kurdan zarokên canfeda yên birîndar ên gelê kurd hatin qetilkirin. Şebekeya xiyanetê bêyî ku dudil bimîne bi ser de girt û nêzî 100 şoreşgerên birîndar qetil kir.  Min tu carî texmîn nedikir ku dê xiyaneteke ewqas bêbext were kirin. Bi nav hişê min nediket ku kurdek xiyaneteke ewqas mezin bike. Di carekê de bi hezaran gule li ser me direşiyan. Bi sedan PDK’iyan dor li me girtibûn. Cara ewil bû ku min xiyanet ewqas ji kûr ve didît. Bi çavsorî li me dinihêrtin û me bawer nedikir ku yên van guleyên mirinê li me direşînin, kurd in. Lê mixabin kurd bûn. Yên ku ji xwe re digotin ez kurd im, ji bo berjewendiyên dijminê xwe li pey xeniqandina birayê xwe bû.”    'Wê bi wî halê birîndarî ji qata sêyan diavêjin xwarê'   Rotînda, got “li dijî vê xiyanetê erd û asîman jî şerm kir” û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Hewlêrê jî şerm kir. Xiyanet, mîna benekî kete stûyê wan. Dema mirov carekê li bêarî û bêrûmetiyê da, êdî li pey wê koreke bêbin e. Dema êriş dest pê dike, hevala Hêvîdar deriyan digire û diçe berbankê. Bi saetan li wir bi tena serê xwe li ber xwe dide. Piştre jî birîndar dibe. Hewl dide bombeya xwe li ser xwe biteqîne. Naxwaze bikeve destê xayînan. Bombeya wê ji wê dûr bû û ew bi xwe jî bi giranî birîndar bûbû. Hêzên PDK’ê jî deriyên nexweşxaneyê şikandin û diçin berbankê li cem wê. Wê bi wî halê birîndarî ji qata sêyan diavêjin xwarê. Piştre jî tazî dikin û 4 rojan bi wî halî di nava kolanê de teşhîr dikin.”    Bi ser Komkujiya Hewlêrê re 25 sal derbas bûn lê hêj nehatiye ronîkirin. Heman PDK îro jî bi AKP û MHP’ê re beşdarî êrişa li ser herêmên Zap, Metîna û Avaşînê bûye. Lewma jî îro careke din ji hêla gelê kurd ve weke “xayîn” tê pênasekirin.